Konca: Tu kes nikare vîna gelê kurd bişkîne

img
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter, mîtînga Wijdan û Edaletê pêk anî. Gel li dijî faşîzmê hêrsa xwe anî ziman. Osman Baydemîr, anî ziman ku dê li şûna gora Dayika Aysel Tugluk Hatûn Tugluk a vala maye faşîzmê defin bikin. Besîme Konca jî anî ziman ku tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne û cihê jin lê têbikoşin dê AKP têk biçe. 
 
Rêxistina HDP'ê di çarçoveya Nobetên Wîcdan û Edaletê li Parka Aştiyê ya Musa Anter bi şîara "Em ranawestin em dê faşîzmê rawestînin" mîtîng pêk anî. Mîtînga ku rastî 25’emîn salvegera qetilkirina Mûsa Tenter hat, bi deh hezaran kes herikîn PArka Aştiyê ya Mûsa Enter. Gelê Wanê yên ku bi cil û bergên herêmî û Kurdewarî û di destê wan de pankartên aştiyê hatin qada mîtîngê, banga Wijdan û Edaletê kirin.
 
Li qadê tim dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin qîrkirin. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, Parlemeter û rêveberên HDP’ê yên Wanê Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Demokratîk, Nûnerên ESP’ê ya Wanê, Hevşaredar, Endamên Meclîsa Şaredariyê beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo ‘Şehîdên Azadiyê’ ve destpê kir.
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ BANGA WÎCDAN Û EDALETÊ KIRIN
 
Li qada mîtîngê Parlemtera HDP’ê ya Wanê Beîda Ozgokçe, peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a endamtî û wekîltiya wê hat xistin, xwend. Yuksekdag, di peyamê de gelê Wanê silav kir û wiha got: "Widan û Edaleta ku li bin lingan hatiye xistin li hemberî vê siyaseta rizî, hêza we ya berxwedêr, li ser milê me mezin dibe û wê hê mezintir bibe. Wijdan û Edaleta ku li erdê hatiye xistin em ê rakin. Em ê mirovatiyê nîşanî wan bikin. Zordarî çiqas mezin be wê asta berxwedana me jî ewqasî mezin bibe. Li hemberî dîrok û mirovatiyê wê erka me neyê rawestandin, wê siyaseta har a faşîst, şer û zilmê bide rawestandin.Yên ku serî natewînin, serkeftinê jî dizanin. Ji dil û can we tevan himêz dikim.”
 
Piştî peyamê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Gulîstan Orhan jî gel silav kir û diyar kir ku gelê Wanê heta îro têkoşiya û dê ji niha û şûnde jî li têkoşîn, nirx, rûmet û şehîdên xwe xwedî derkeve.
 
KONCA: BERXWEDANA GIRIYÊN SIYASÎ HÊZ DIDE ME
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca jî diyar kir ku ew tu carî serî natewînin û wiha got: "Wê tu kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Em Birêz Fîgen Yuksekdag, Tûgba Hezer, Bakir Kaya, Diba Keskîn û hemû hevalên xwe silav dikin. Bi hezaran Kurd li zindanan dîl tên girtin. Di kesayeta Birêz Ocalan de li ser gelê kurd tecrîda herî giran a dîrokê pêş dikeve. Vîna gel înkar dikin. Lê tevî van hemû kiryaran jî gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne. Gelê Kurd li ber xwe dide. Di serî de Birêz Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Birêz Sabahat Tûncel, Gultan Kişank û hemû girtiyan silav dikim. Berxwedêriya li zindanan hêz û moral dide me.”
 
‘ME SOZ DAYE DAYIKA TEYBET Û HATÛN’
 
Konca qetilkirina Mûsa Anter jî şermezar kir û wiha pêde çû: “ Rê nedan ku em cenazeyên dayika Teybet û Hatun veşêrin. Ji ber ku kujer dixwazin qetlîama ku kirîn ji dîrokê jêbibin. HDP partiya gel e, partiya jinane û HDP rê nade vê. Me soz daye dayika Teybet û Hatûn. Ev têkoşîn wê bidome, faşîzim têk biçe. Eger ku jin li cihekê li ber xwe bide, bawer bin ku wê bi ser bikevin. Wê qetlîamên AKP’ê tu encaman negire.”
 
BAYDEMÎR: GELÊ KURD KEFENÊ XWE ÇIRAND
 
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr jî axivî û ji bo xwedîderketina gelê Wanê spasiyên xwe pêşkêş kir. Baydemîr, destnîşan kir ku bi coşa gelê Wanê, kefenê ku dixwestina li gelê Kurd bikin hatiye çirandin û wiha got: “Digotin; gel piştgiriyê nade HDP’ê. Wan niha li qadê ye. Keda we mezin e. Bi vê kedê aştî û azadiyê em ê himêz bikin. Li vir hemû girtiyên zindaniyan silav dikin." 
 
‘FÎRMAYA ZAVA BI SÎHA ZENGÎN BÛ’
 
Baydemîr, bibîrxist ku nirxê herî mezin wîcdan e û wiha lê zêde kier: "Civaka ku ji hestên wijdan û edaletê bê par mayî ku êrîşî cenazeyê dayîka Hatûn bike, veguheriye zombiyan. Me çima got wijdan û edalet. Li Ercîşê Hediye Ataman bi saxî hate şewitandin û weke terorîst îlan kirin, cardin Mehmet Temel li Talê hate qetilkirin û terorîst hate îlankirin. Niha faşîzma AKP-MHP’ê ji bilî xwe hemû kesê terorîst îlan dike û mafê nade ku kes jiyan bike. Dibêje yan hûnê serî bitewînin yan jî hûnê biçin girtîgehê. Lê ew çi dikin bila bikin em serê xwe ji wan re na tewînin. Şer qezencê dide hinek kesan. Xwedê beleya xwe li wan bixe. Ew jî ew kes in ku ji şer û kuştinê rant qezenc dikin. Dayika Kurd rondikan dibarîne, şirketa medyayê ji vê zengîn dibe. Fîrmaya zavayî ya Sîha ji vê zengîn dibe. “
 
DÊ EW ROJ BÊ
 
Baydemîr, bal kişand ser girtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên dengê 6 milyonan girtine û wiha got: “Bi izna xwedê wê ew roj were, em ê Yuksekdag û Demîrtaş bînin vê herêmê. Dibêjin ''em ê derxînin pêşberî darazê’. Lê hûnê derxînin pêşberî kîjan darazê. 5 hezar dozger û dadger hatin girtin. Girtiyên siyasî bi îddanameyên ku van dozgeran amadekirî tê darizandin. Kûmpasa ku li dijî wan, dema ku dibe HDP ev rewş dibe daraza serbixwe. Ger ku edalet ev be, bila were serê we û wê were jî. Wê ev roj jî derbas bibin. Dadger ji Bekir Kaya dipirse, ‘Tû li Wanê, te Serokatiya Şaredariya Wanê kiriye’. Ez jî ji we dipirsim Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê yê hatî hilbijartin kiye. Ji vir ji bo Bekir Kaya, ji Bekir Kaya re hezara caran silav be.”
 
DAIŞÊ BERDIDIN BÎLGEN DIGIRIN
 
Baydemîr banga wijdanê li Kurdên di nava AKP’ê de kir û wiha bi dawî kir: “Destpêkê Birêz Ayhan Bîlgen berdan û piştre carek din biryara girtinê derxistin. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim. Dadgeha Amedê û dadgeha Engerê ne heman dadgehên welate yan ne. Dozgeriya Engerê ji bo DAIŞ’iyekê ‘kesekê ku tehliye bûyî, bi îtirazê carek din nayê girtin’ lê bi fermana AKP’ê Ayhan Bîlgen carek din girtin. Parêzerên me yê DAIŞ’ê nîşanda lê dîsan sûç kirin. Bê hiquqiyek li Bîlgen tê kirin û li ser wê dosyayê biryara girtinê tê dayîn. Edaletekî wiha nabe, nîzamekî wiha ne mumkîne. Em qet serî na tewînin, em ê faşîzmê bidin sekinandin. Heta ku em faşîzmê nêxin gora vale ya Hatûn Tûglûkê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Mîtîng bi konsera Hunermend Ferhat Tûnç bi dawî bû.