DÎB’ê banga têkoşîna hevpar kir

img
STENBOL - Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê, (DÎB), bang li hemû hêzên demokratîk ên li meclîsê û dervê meclîsê kir û xwest bi hevre li dijî betalî, xizanî, tundî û binpêkirina mafan têbikoşin. 
 
Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê, (DÎB), diyar kir ku piştî vîrûsa Covît-19  li Tirkiye û tevahiya cîhanê binpêkirin zêde bûye û bang li hemû hêzên demokratîk ên li melîsê û dervê meclîsê kir û xwest bi hevre li dijî betalî, xizanî, tundî, binpêkirina mafan û girtina wekîlan têbikoşin. DÎB'ê têkildarî geşedanên dawî daxuyaniya nivîskî weşand û wiha got: "Li DYA'yê George Floyd ji aliyê polîs ve hat kuştin. Piştî vê kuştinê çalakiyên şermezarkirinê li cîhanê belav bûn. Îro jî didomin. Li Keleha kapitalizmê DYA êdî şewb hatiye asta herî jor" 
 
DÎB'ê anî ziman ku li tax û kolanan erka lêpirsîna nasnameyan didin bekçiyan û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Erka binçavkirin û lêpirsîna nasnameyan didin bekçiyên kolanê. Polîs û Bekçî dê bibin xwedî erka ku serbest çekê bikar bînin. Bi vê erkê dê hezap ji wan nayê pirsîn. Bi vê hêza nû ya bekçiyên girêdayî Wezareta Karên Hundir dê hemû çavkaniyên welat pêşkêşî wan bikin. Divê em li dijî van tundî, binpêkirin, xizanî û girtinan bi hevre têbikoşin. 
 
Çawa meclîs vebû, ewil parlamenteriya wekîlekî CHP’ê û 2 wekîlen HDP’ê betal kirin. Piştre wekilên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisoglu girtin. Dîsa dixwazin ode, rêxistin û saziyên civakî yên li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê derdikevin dixwazin wan bêtesîr bikin. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin."