Demirtaş xwest herkes li dora HDP’ê bibin xelek û glok

img
ENQERE - Hevserokê HDP’ê yê berê ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye Selahattin Demirtaş, bi minasebeta 5'emîn salvegera 7'ê Hezîranê nameyek şand. Demîrtaş, bang li gel kir û xwest her kes li dora HDP'ê bibin xelek. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Tîpa F Edîrneyê girtîye, têkildarî 5'emîn salvegera hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re name şand. Demîrtaş, anî ziman ku 7'ê hezîranê mînakek gelek baş e ku HDP çawa dikare li dijî AKP'ê bi ser bikeve û wiha got: "Eger em ji rojên borî dersê derxin û tecrûbeyan bi dest bixin em dikarin ji bo pêşxistina azadî, demokrasî û aştiyê û ji bo aramiya aboriyê dikarin bi wêrekî di nava girseyek mezin de siyasetê bikin." Demîraş ku beriya wekîltiya parlamenterên HDP'ê Leyla Guven, Musa Farisogulları û Enis Berberoglu bê xistin name nivîsî û şand, li ser girîngiya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an rawestiya. Demirtaş, anî ziman ku HDP, partiyek ku rexneyan qebûl dike û wiha nivîsî: "Dem dema ku em li dora HDP'ê bibin xelek û glok. 
 
Demîrtaş ku ji 4'ê Mijdara 2016'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, di nameya xwe de wiha got: "Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ji bo têkoşîna me û welatê me hilbijartinek pir watedar û giring e. Ez hemû kesên ku keda wan di wê hilbijartinê de heye bi hurmetî silav dikim. Em di şertên ne wekhev de ketin hilbijartinê. AKP’ê hemû derfet û îmkanên dewletê heta dawî xist destê xwe û ket hilbijartinê. Li dijî avahiyên partiya me yên Edene, Mêrsînê bi bombeyan êrîş kirin. Li dijî mîtînga me ya Amedê êrîşên bombeyî pêk anîn. Dîsa li dijî gelek mîtîngên din êrîş pêk hatin. Li gel hemû astengî û êrîşên li dijî partiya me, em di hilbijartinê de bi ser ketin. Çavkaniya vê serkeftinê bernameya partiya me, danezana hilbijartinê, sekna me ya bi rêgez bû. Dîsa ked û hewldana bêsînor a gelê me yê dildar di asta herî jor debû." 
 
SERKEFTINA PIRANIYÊ YE
 
Esasê serkeftina hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li dijî feraseta yek perestiyê ferasetiya piraniyê bû. Serkeftina piraniyê bû. Dîsa bi gelek aliyên din encama hilbijartinê dikare bê nirxandin. Vê encamê nîşan da ku AKP ne partiyek ku têk naçe ye. AKP ku heta wê demê di hemû hilbijartinan de bi ser ket, yekem car di 7'ê Hezîranê de têk çû. îqtîdara xwe winda kir. 7'ê Hezîrana 2015'an serkeftinek bû. Lê divê mirov xwe bi vê serkeftinê bi sînor neke. Divê mirov li serkeftinek mezin bigere. Dema mirov li hilbijartina 7'ê Hezîranê dinere, nîşan da ku serkeftin çawa pêş dikeve. Nîşan da ku pirsgirêkên welat bi pirrengî, pir dengî, wêrekî, bernameyek xurt û biryar çareser dibin. Nişan da ku her kes li dijî rejîma zordar dest bidin hev dikarin bi ser bikevin. Vê yekê di hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî nîşanî me da. Di astek pir mezin de AKP paşve xist. Ev nîşan dide ku em bixwazin di hilbijartinên li pêş me de bi ser bikevin û rêyên demokrasî, aştî, azadî û aramiyê bibîrxistina serkeftina hilbijartina 7'ê hezîrana 2015'an e. Pratîka hilbijartina 31'ê Adara 2019'an e. Divê ev pratîk bêtir bi rêgezî, plan û dîsîplîn bê kirin. HDP partiyek ku hemû rexneyan qebûl bike ye. Ger ku rexne û pêşnyar hebin divê bi rê û rêbazên guncav bên parvekirin. Em xwe ji xebatên wê jî dûr nexin. 
 
BAWERIYA MIN A SERKEFTÎNÊ TAM E 
 
Hilbijartina 7'e Hezîrana 2015'an serkeftinek mezin bû. Divê niha armanca me ne dubarekirina 7'e Hezîranê be. Divê qat bi qat mezintir be. Em bi coş, biryar û baweriyek mezin li dora HDP’ê bibin xelek û glak ev serkeftin pêkan e. Dem dema em li dora têkoşîna azadiyê bibin yek e Baweriya min a serkeftinê tam e. Bi hesret û hezkirinek mezin ez hemû hevrêyên xwe yên li welat, li derve û li zindanê têdikoşin silav dikim."