Guven: Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê şensek din tune

img

AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku wekîltiya wê betal kirin û girtin, beriya bê girtin axivî. Guven, diyar kir ku darbeya li meclîsê divê tenê wekî betalkirina parlamenteran neyê zanîn û got: "Ev eniyek faşîst e. Divê em li dijî vê eniya faşist têbikoşin. Ji xeynî têkoşîna li dijî faşîzmê şensek me ya din tune ye. Çareserî bu muzakereyên bi Birêz Ocalan pêkan e. Divê deriyê Îmraliyê bên vekirin." 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 4'ê Hezîranê de wekîltiya wê betal kirin û şev nivê şevê girtin û şandin girtîgehê. Berê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji doza KCK'ê ya Sereke 6 sal û 3 meh ceza xwaribû. Zêdeyî 5 salan girtî mabû û tenê 2 cezayê Guven maye. Guven piştî 2 mehan girtî bimîne dê cezayê wê bi dawî bibe û serbest bê berdan. Guven beriya ku bê girtin ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
‘CHP, DI RÊYA AKP'Ê DE MEŞIYA '
 
Guven, bibîr xist ku di sala 1994'an de desnedayîna wekîlên Partiya Demokrasî (DEP) rakirin û wiha got: "Di sala 2016'an de destneyîna parlamenterên HDP'ê rakirin. Niha jî destnedayîna me rakirin û vê pêvajoya li dijî zagon û hiqûqê berdewam dikin. Di vê pêvajoya borî de CHP ket şop û rêya AKP û MHP'ê. Li gel wan meşiya. Ji ber vê yekê destnedayîna wekîlên DEP û HDP'ê rakirin. CHP'ê karê AKP'ê hêsan kir. Ji ber vê yekê îro dor hat CHP'ê. Îro li gel me wekîltiya parlamenterekî CHP'ê jî xistin. 
 
HIŞMENDIYA KURDAN NAS NAKE
 
Guven, destnîşan kir ku ji dîrokê heta îro mafê axaftin û siyasetê nade gelê Kurd û wiha lê zêde kir: "Ji kesên ku li Tirkiye bingehê hiqûqê avêtiye Mahmut Esat Bozkurt, dibêje 'Fikr û qenaeta min ewe ku hemû kesên li vî welatî dijîn tirk in. Yên eslê xwe ne tirk in heqekî wan li vî welatî heye. Ew jî divê xizmetkar û koleyê welatê Tirk bin' Ev komar bi vê ferasetê heta îro hatiye. Ev hişmendî Kurdan nas nake. Mafê axaftin û vînê nade Kurdan. Ev hişmendiya hiqûqa mêtîngerî û dagirkeriyê ye. Divê em tenê bi betalkirina wekîlan nêzî vê meseleyê nebin. Divê em vê ferasetê rast nas bikin û helwestek rast nîşanî wê bidin. Dema dest danîn ser şaredariyên Kurdan divê kesên din ev yek temaşe nekiribûya. Bi ser malên hezaran siyasetmedarên Kurd de girtin. Destê wan kelepçe kirin û girtin. Wê demê divê van kesan ev tenê temaşe nekiribûya. Divê baş zanibin ku dê rojekê faşîzm berê xwe bide wan jî. Lê mixabin bertek nîşan nedan. Di darbeya 4'ê mijdarê de parlamenterên Kurdan hatin gritin. Li vî welatî Hevserokên Giştî yên partiya ku 6 milyon deng stendiye hatin binçavkirin û girtin. Bi sedan şaredarî desteser kirin. Lê ne deng ji hêzên çep û ne jî ji hêzên demokratîk û şoreşger hatin. AKP û MHP'ê hêz ji vê bêdengiyê girt û faşîzma xwe berdewam kir. Niha hiqûq ketiye bin piyan. Niha AKP dibêje ez dikim û kes nikare hesab bipirse. Niha medya, daraz û ewlehî tev xiztiye kontrola xwe û bûye yekperestî. Ger ku îro li vî welatî cenazeyên mirovan bi PTT'ê ji malbatan re dişînin, ger ku li vî welatî mirî di goran de rehet nikarin razên, li vî welatî malbat li hestiyên zarokên xwe digerin, wê demê li vî welatî demokrasî û hiqûq tune ye. Edalet û mafên mirovan tune ye. " 
 
DIVÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ENIYA TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN
 
Guven, destnîşan kir ku vîna gel binpê û xesp dikin û wiha berdewam kir: "Ez vîna gelê Colemêrgê me. Ez niha ne tenê kesek im. Ez nûnera gelekî me. Ez dema girtî bûm hatim hilbijartin. Bi heman awayî Musa Farisogullari û Enîs Berberoglu jî vîna gel bûn. Lê îro vîna gel tiştekî nahesibînin. Vîna gel xesp dikin. AKP, dema mijar dibe kurd û hêzên muxalif li meclîsê darbeyê li vîna gel dike. Ev eniyek faşîzmê ye. Divê em bi hevre û bi hêzek mezintir li dijî faşîzmê têbikoşin. Ji xeynî berxwedana li dijî faşîzmê rêyek din a çareseriyê tune ye. Wekî Apê Mûsa jî gotiye "Para Kurdan tenê berxwedan e." Divê em li dijî eniya faşîzmê eniya demokrasiyê û berxwedanê xurt bikin." 
 
‘TENÊ ÇARESERÎ AZADIYA OCALAN E'
 
Guven, herî dawî anî ziman ku kesên operasyona KCK'ê li dijî siyasetmedarên kurd pêş xistin îro ji doza FETO girtî ne û wiha bi dawî kir: “Ez jî wê demê ji wan dosyayan hatim darizandin. Serokê dadgehê Menderes Yilmaz ku ez darizandoim îro ji doza FETO girtî ye. Em ji bo demokrasî li vî welatî pêş bikeve têdikoşin. Em dest ji meclîsê bernadin. Em ê li hemû qadên jiyanê têkoşîna demokrasiyê bidin. Ev mesele bi darbeyan û betalkirina wekîlan nayê çareserkirin. Tenê rêyek çareeriyê heye. Ew jî bi azadiya sermuzakerevan Birêz Ocalan pêkan e. Divê hûn deriyê îmraliyê vekin. Divê hûn bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin û pirsgirêkê çareser bikin. Kengî hevdîtin pêk hatin, muzakere pêş kedin wê demê dê li Tirkiyeyê pirsgirêkên din jî çareser bibin." 
 
 
MA / Arjin Dilek Oncel - Cahit Ozbek