8 salin li heviya edaletê ye

img

AMED - 8 sal di ser kuştina Ceylan Onkol a 12 salî re derbas bû. 8 sal derbas bûn, lê di milê darazê de der barê doza Onkal de tu pêşketin pêk nehatin. Tu berpirsiyarê kuştinê nehatin cezakirin. Malbata têkoşîna hiqûqê dide jî di bin zextan de dijîn. 

Di 28'ê îlona 2009'an de li gundê Xiraba yê navçeya Lîcê ya Amedê dema Ceylan Onkol a 12 salî pezê xwe diçêrand ji Qereqola Tapantepe gule hat li wê ket û jiyana xwe ji dest da. Di ser kuştina Onkol re 8 sal der bas bû, lê hêj der barê kuştina Onkol de kes nehatiye cezakirin. 8 sal derbas bû di milê hiqûqî de tu gav nehatiye avêtin. Dosya Ceylan Onkol ku hêdî hêdî cihê xwe di nava refên bi toz ên edliyê de digire li benda ronîkirinê ye. 
 
ZEXTÊN LI SER MALBATÊ DIDOMIN
 
Ji bo balbat ji pey dozê vegerin û dest ji dozê berdin ji wê rojê heta niha zextên li ser malbatê didomin. Endamên malbata Celman bi dehan caran hatin binçavkirin û gef li wan hat xwarin ku det ji dozê berdin. Malbata Ceylan ku dest ji dozê berneda, doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). Lê tevî vê yekê zextên li ser malbatê didomin. 
 
Bavê Ceylan Onkol Raîf Onkol, diyar kir ku Ceylan 8 sal berê hat kuştin û ji wê demê heta niha zextên li ser wan berdewam dike. Onkol, diyar kir ku 8 sal derbas bû, lê heta niha di milê darazê de tu gavên şênber nehatine avêtin û wiha got: "Ji bo em doza hiqûqî neşopînin û em nebin şopdarê dozê her dem em di bin zextan de dijîn. Bi dehan caran bi ser mala me de girtin û endamên malê hatin binçavkirin."  
 
FERMANDAR: HER TIŞTÊ XWE KOM BIKIN Û JI VIR BIÇIN
 
Onkol, destnîşan kir ku Qereqola Tapantepe ku Ceylan kuştin, di demên dawî de zextên li ser gund zêde kirine û wiha berdewam kir. "Di demên dawî de çoltara gund tê bombekirin. Ez bi Fermandarê Qereqola Tapantepe re axivîm. Fermandar jî got 'Dema sewalên te hatin kuştin, wêneyê wan bikişîne û were cem min zerara wan çi be ez dê bidim te'  Min jî got lê ger ku mirov bên kuştin wê çawa be? Dîsa got 'Çi karê we li wir heye?' Her tiştê xwe ji vir kom bikin û ji vir biçin' û gef li me xwar." 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Li mezraya Hambazê ya gundê Xiraba bi ser navçeya Licê ya Amedê Ceylan Onkol (12) di 28’ê îlona 2009’an de dema sewalên xwe diçêran bi bombeya ji Qereqola Tapantepe hate avêtin ve hate qetilkirin. Têkîldarî bûyerê di lêpirsîna ku hate kirin de ligel ku 8 sal derbas bû jî tu kes hêj nehatiye cezakirin. 
 
Têkîldarî teqînê Midûriyeta Giştî ya Saziya Endustriya Kîmya û Makîneyê (MKE) di rapora xwe ya beriya 2 salan amade kir de gotibû ku madeya ku bûye sedama teqînê dibe ku “muhimata bombe davêje ya 40 mm” be û bi awayeke berfireh cih dabû vê yekê. Di 4’ê nîsana 2013’an de jî der barê bersûcan de ji ber ku “peywira xwe xirab bikar anîne” lêpirsîn hatibû destpêkirin lê Dozgeriya Komarê ya Licê biryara neşopandinê dabû. Piştî ku Onkol hate qetilkirin parêzeran dosya bidin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Ji dosyaya çûye DMME’yê de jî heta niha encamek derneket holê. Dozgeriya ku biryara neşopandinê bes nedît di nîsana 2014’an de vê carê jî îdîa kir ku delîl û raporên derbarê tespîtkirina bersûcan de kêm in, ji ber ku kiryar nikarin bên tespîtkirin biryara “lêgerîna domdar” da. Ev biryara hate dayîn wekî ku dosya ji bo demborînê bê hiştin hate şîrovekirin. Dîsa dozgeriyê ji ber ku sûcdarî wekî “sûcê bi taksîrê bûna sedema kuştinê” nirxandiye jî dema, demborînê ji 30 salan daket 15 salan. Di doza cezayê de ji bilî lêpirsîna dozgeriyê tiştek nehat kirin, Malbata Onkol jî li 2’yemîn Dadgeha Îdareya Amedê bi daxwaza 100 hezar tazmînata madî, 150 hezar jî tazmînata manewî doz vekir. Dadgeha ku ev doz bi encam kir daxwaza tazmînata manewî ya malbatê di cih de nedît û ji bo tazmînata manewî jî 28 hezar 208 û 85 quriş da. 
 
Li hemberî vê biryara ku dadgehê daye de parêzerê malbatê Rahşan Bataray Saman ji bo ku biryar bê xirakirin serî li Daniştayê da îtiraz kir.
 
MA / Rifat Şahin – Devran Toptaş