Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e

img
ESKÎŞEHÎR - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e û heke wiha bidome dê 3 milyon penaberên din jî bên.
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, li Şaredariya Alpû ya Eskîşehîrê axivî. Kiliçdaroglû diyar kir ku li hemberî kesên pişta wan xurt e û wiha got: "Li hemberî kesên pişta wan xurt ez li gel kedkara me. Bingeha siyaseta me ya nû jî ev e. Heke kesek li welat birçî rakeve divê kesê li Qesrê xew bi çavên wî nekeve."
 
PERGALA XANEDANIYÊ
 
Kiliçdaroglû di berdewamê de jî ev tişt anî ziman: "Feraseteke nû ya siyasetê ya bê şer û hengame ku li duh rastiyan diçe. Dibe gef werin qet ne di paxava min de ye. Ez neçarim ku mafê karker û xîzanan biparêzim. Bi awayekî takekesî tu bendewariyeke min ji siyasetê nîne. Lê heke aramî li vî welatî tunebe, derdê esnaf û kedkaran hebe, divê hin kes vê yekê bînin ziman. Ev jî peywira min e. Te pergaleke xanedaniyê aniye û xezîneyê radestî zavayê xwe kiriye. Zavayê sosyet e. Zikê wî têr, her tiştê wî di cih de ye. Berpirsyarî dikeve ser milê herkesî. Bila birayên min ên AKP'î zanibin, heke siyaset li ser bingeheke rast de neyê kirin dê xesara vê yekê gel bibîne."
 
'HÛN XWE VALA ACIZ DIKIN'
 
Di berdewamê de Kiliçdaroglû polîtîkaya Sûriyeyê ya AKP'ê rexne kir û wiha pê de çû: "Dibe ku kesên ku ji sûriyeyiyan aciz dibin di nav me de hebin. Lê hûn cihê vala xwe aciz dikin. Mafê we yê acizkirinê tuneye. Kesên ku hûn xwe ji wan aciz bikin diyar in. Divê hûn xwe bi kesên ku sûriyeyiyan anîn vir û polîtîkayên wan re aciz bikin. Bila biçin welatê xwe lê divê aştî pêk were. Ji ber vê sedemê polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e. Li Efrînê pirsgirêk derket. Hûn ê bibînin dê 3 milyon-3milyon û nîv penaberên din jî bên. Li aliyekî Amerîka û li aliyekî jî Rûsya heye. Polîtîkayeke vê polîtîkayê nebîne ne polîtîka ye. Kesên ku vê polîtîkayê nebînin nikarin vê dewletê bi awayekî baş bi rê ve bibin."