Konferansa HDP'ê dest pê kir: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin

img

AMED – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di konferansa Rêxistinkirinê ya Partiyê de axivî û wiha got: "Ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê em bi hevre muzakere bikin û bi hevre têbikoşin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gav bên avêtin. Divê em bi hevre vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin." 

Rêxistina HDP'ê 1'emîn Konferansa Navendî ya Rêxistinbûna Partiyê li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî li 7 herêman bi dirûşmeya “Em bi siyaseta demokratîk faşizmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin" li dar xist niha jî 1'emîn Konferansa Navendî li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk û hemû hevparên HDP'ê jî di navde nêzî 800 delege di konferansê de amade bûn. Ciwan bi çepik û tilîliyan hatin salona konferansê û dirûşmeyên “Ciwan wê bi ruhê 68'an bên", “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Ne girêdayî be, azad be." berz kirin. 
 
Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Emê têkoşînê bi rêxistin bikin. Stratejiya me ya beriya hilbijartina 31'ê Adarê hişt ku îro em komxebatek wisa amade bikin. Ez piştî vê konferansa me ya 2 rojan bawer dikim ku piştî kongreyên me yên navçe û bajaran, wê bêtir bi hêz bibin. Me bi komxebatekê dest pê kir û piştre me li bajaran konferans li dar xistin. Me konferansa herêmê li dar xist. Niha jî em konferansa navendî li dar dixin. Em ê li vir hem pratîka xwe ya borî binirxînin û rexnedayînê bidin û hem jî emê pêşeroja xwe diyar bikin. Em ê nexşerêya xwe ya rojên pêş diyar bikin. Konferansa me, ji bo hilweşîna faşîzmê me hemûyan dawetî têkoşîna li dijî têkçûna faşizmê dike. Me mil da hev û em bi here li dijî faşizmê ketin rê û têkoşiyan. Armanca me ya sereke em faşizmê hilweşînin e. Divê ji bo demokratîkbûna Tirkiye em gavan bavêjin. Niha li hemû Tirkiyeyê, kolan bi kolan, tax bi tax, dem dema rêxistinbûnê ye." 
 
Temellî, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: "Îro 3'ê Tebaxê ye. 5 sal berê li Şengalê komkujî pêk hat. Zêdeyî 5 hezar Êzidî hatin kuştin. Jin hatin revandin û kirin kole. Li bazaran hatin firotin. Em vê êşê hêj di dilê xwe de diparêzin. Di vê mijarê de ne tenê DAİŞ heye. Aqilê mezin ê sûc li pişt vê yekê heye. Ger ku îro li Rojhilata Navîn dojeha şer hebe û komkujî didome, ne tenê DAIŞ e. Li pişt vê yekê dewletên ku bêyî vîna gel esas bigirin şer dispêrin civakê ne. Bi vê hişmendiyê ne pêkan e aştî bê Rojhilata Navîn. Niha şer li her derê ye û her der dorpêç kiriye. Rojek berê li Colemêrgê zarokêk 14 salî hat kuştin. Vedat Ekincî hat qetilkirin. Hêj kujerên Roboskî nehatine darizandin. Ji sala 1989’an heta niha bi hezaran zarok bi vî şeklî hatin kuştin. Tenê di serdema AKP'ê de bi sedan zarok hatin kuştin. Ceylan, Ugur Kaymaz û zarokên din hêj di aqilê me de ne."
 
ME HEMAN TIŞT LI EFRÎNÊ JÎ DÎT
 
Temellî, operasyona bi navê Pençe jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Di vê operasyonê de gelek mirovên mahsum jiyana xwe ji dest dan. Neçar dimînin ku gundê xwe terk bikin. Bi tonan bombe dibarînin. Komkujî didome. Hêj salek berê ev rastî me li Efrinê dît û em jyan. Çeteyên OSO Efrîn dagir kirin. Gelê Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Zêdeyî 200 hezar mirovên Efrînê warên xwe terk kirin. Yên li Efrînê û Şengalê komkujî kirin heman kes in. Em nabin şirîkê vî sûcî" 
 
Temellî, bal kişand ser wêrankirina xwezayê û destnîşan kir ku iro li Çiyayê Kaz û cihên din ekolojî talan dibe û wêran dibe. 
 
'DIVÊ EM ÇI BIKIN'
 
Temellî, anî ziman ku wan pirtûka "Divê em çi bikin? danîne pêşiya xwe û ji bo jiyanê ji nûve ava bikin bi hevre ev pirtûk xwendin û wiha got: "Dem dema afirandinê ye. Berî her tiştî me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Me got pirsgirêkên me hevpar in. Werin em bi hevre çareser bikin. Em bi hevre li bersîvan bigerin. Em bên cem hev em dikarin ava bikin. Divê em li dora îtîfaqa demokrasiyê kom bibin. Ji bo em faşîzme têk bibin û Tirkiye demokratîk bikin divê em bi hevre têbikoşin. Divê li dijî şer em dengê xwe bilin bikin. Ji bo vê yekê jî divê em bi hevre Makeqanûna demokratik ava bikin. 
 
DIVÊ EM TIRKIYE JI TECRÎDÊ RIZGAR BIKIN
 
Pirsgirêkên me yên em bi lez çareser bikin hene. Divê em van pirgsirêkan bi lez çareser bikin. Beriya her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê em bi hevre gavan bavêjin. Tecrîda mutlak a 4 salan hemû welat xistiye bin tecrîdê. Divê berî her tiştî em vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin. Ger ku em welat ji hewaya tecrîdê rizgar bikin em dikarin rêya muzakereyan jî vekin. Ji ber vê yekê divê em tercîdê bi dawî bikin." 
 
Konferans pişytî Temellî ji çapemeniyê re girtî didome. Wê dirojan bidome.