HDP’ê encamnameya komxebata xwe eşkere kir: Armanca me çanda rêveberiya demokratîk e

img

WAN – HDP’ê encamnameya “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk” a li Wanê li dar xist eşkere kir. HDP’ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bilî hêza gel tu hêzek mezinttîrîn nîne û got: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi vê çanda rêveberiya herêmî ya demokratîk ku bi hêz bikin e.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk” a li Wanê li dar xist eşkere kir. 
Komxebat bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, hevşaredar, parlamenter û endamên meclîsa şaredariyan û endamên meclîsa giştî yên bajaran pêk hat û 4 roj bi sernavên cuda nîqaş hatin kirin. 
 
Encamnameya komxebata HDP’ê wiha ye: 
 
“Komxebata me bi beşdariya hevşaredarên 3 bajarên mezin, 5 bajaran, 40 navçeyan û 11 bajarokan, endamên meclîsa giştî ya bajaran, endamên meclîsa şaredariyan ku 4 rojan perwerdehî hat dayîn pêk hat. Kombxebata me du rojên ewil bi beşdariya hevşaredar û encamên meclîsê pêk hat. Du rojên din jî bi beşdariyek tevlîhev pêk hat. 
 
Komxebata me baş derbas bû. Di komxebata me de di serî de Perspektîfa Jinan a HDP’ê, pergala hevserokatiyê, perspektîfa jinan û modela wan a di rêveberiyên herêmî de, têkiliyên firkên HDP’ê û rêveberiya herêmî, Modela me û polîtîkayên pratîka rêveberiyên herêmî, Demokrasiya herêmî, Netewa Demokratîk û Demokrasiya radîkal, polîtîkayên pratîkê û xebatên me yên taxan hatin nîqaşkirin. 
 
Armanca pêkanîna komxebata me ew bû di pêvajoyên pêş me de fikrê me û rêbaza xebatên dê çawa bin, li ser vê mijarê perwerdehî hatiye dayîn û paradîgma şaredariya demokratîk a civakî ya demokratîk esas hatiye girtin û ji bo siberojê nîqaş hatine kirin. HDP dibistana kesê azad û rêgezên demokratîk bijî ya rêveberiyên herêmî ya demokratîk e. HDP wisa bawer dike. Em ji vê rastiyê derdikevin rê û em rêveberiyên herêmî dispêrin siyaseta demokratîk. Em li dijî netew dewletê, dijberiya jinan, pergala yekperestî, rêveberiya burokratîk û feraseta îdare ne, cihê hemû komên civakî û nasnameyên çandî di nava me de cihê wan heye. Dikarin xwe îfade bikin û qadên jiyana bi hev re ava bikin û nîqaş bikin û di meclîsan de biryar bigirin û ev jî rêgeza me ya jiyanî ye.
 
Demokrasî ji xwecihî dest pê dike. Em di dikarin bi şaredariyek feraseta azadîxwaz demokrasiyê li pêş bixin. Çimkî ji bilî hêza gel hêzek mezinttîrin tune ye. Em dikarin bi vê hêzê çanda rêveberiya demokratîk ava bikin. Ev jî armanca me ya sereke ye. Di van çar rojên civînê de vînek derket holê û di vî warî de xuyabûna xwe nîşan da. Li gel hemû bêhiqûqiyan û astengiyan jî em ê şaredariya civakî û demokratîk ava bikin. Em ê bi feraseta şaredariyek tevkarî û beşdarî û gel beşdarî şaredariyê bikin dê xebat bên birêve birin. Stûna vê ya yekemîn jî bi destê jinan û temsîliyeta wekhevî dê pêk were. Di komxebata me de hatiye destnîşankirin ku dê azadiya jinê li ber çavan bê girtin û xebat bê kirin. Azadiya jinê mijarek jiyanî ye. Bêguman afirandina kesê/a azad û civaka demokratîk rêbaza herî girîng a raste rast û beşdariya demokrasiyê îcaraya xebatên me ye. Li dijî îktîdarên li dijberên civakan û pergala dewletê ya kedxwariyê ango mêtingeriyê dê modela herî çalak a şaredariyên demokratîk, ekolojîk, paradîgma azadiya jinê bê birêvebirin û wê jiyan bibîne. Em bi vê baweriyê ji hemû şaredariyên xwe re serkeftin dixwazin.”