Kurkçu: Divê HDP rêya niqaşên Makeqanûna Nû ya nava gel veke

img

STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku Makeqanûna heyî makeqanûna kontra ye û wiha got: "Divê HDP rêya niqaşên der barê Makeqanûna Nû ya nava gel veke û di nava gel de vê mijarê bide neqaşkirin. Divê rêya li nava Komara Demokratik ku heza cewherî gel e, veke." 

Piştî hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an li şûna pergala Serokomariyê, "Pergala Hikûmeta Serokomariyê" ket metiyetê. Piştî pergala nû niqaşên rejîma nû jî bi xwe re anî. Niqaşyên guhertina rejîmê piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî bi xwe re niqaşên nû anî. Piştî AKP'ê gelek şaredarî winda kirin û rêjeya dengan kêm kir, rê li pêş niqaşên ji bo pergalek nû vekir. HDP'ê piştî hêza xwe ya diyarker nişan da niha ji bo Tirkiyeyek demokratîk niqaşa “Makeqanûna Nû ya Demokratîk" anî rojeva Tirkiye. Têkildarî xebat û têkoşîna HDP'êya Makeqanûna Nû Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertugrul Kurkçu li ser geşedanên heyî nerînên xwe parvekir. 
 
 
MAKEQANÛNA HEYÎ BERHEMÊ DARBEYA 80'YÎ YE 
 
Kurkçu, anî ziman ku makeqanûna heyî ya li Tirkiye berhemê darbeya eskerî ya sala 1980'ê yî ye û wiha got: "Guhertinên tên kirin ya berî xwe înkar dike. wisa nîşan dide ku ji nava vîna dewletê makeqanûnek demokratîk dernakev holê. ji bo vê yekê divê bingeha xwe ji gel bistîne. Kurkçu, da zanîn ku "Pergala Hikûmeta Serokomariyê bûye pergala "Rejîmê" ya otorîter û zordest ya Makeqanûna 12'ê Îlonê û wiha got: Niha çi çawa tê hişê Serokomar Erdogan wisa Tirkiye bi rêve dibe. Ev pêkanînên keyfî û dijdemokratîk in. Bi makeqanûna nehatiye nivîsandin Tirkiye bi rêve dibe. Makeqanûna 12'ê îlonê, makeqanûna Kontra bû." 
 
Kurkçu, anî ziman ku bi Îttihat Terakkî xwestin bi zora dewletê ‘Turkîtiyê' ava bikin  û wiha got: "Ev stratejiya Îttîhat a Terakkî  avakirina hişmendiya ‘Senteza îslama Tirk e.' Di çarçoveya heman hişmendiyê dixwazin pergalaol jî liser gel ferz bike. Xwestin Kurd û Tirkên mufahazakar ava bikin. Ev ne li ser esasê azadiyê bû. Li ser esasê ewlehiyê bû." 
 
 
PEYAMÊN OCALAN GIRÎNG IN 
 
Kurkçu, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên salên 2013 û 2015'an û wiha lê zêde kir: "Di hevdîtinên li Îmraliyê de Brêz Abdullah Ocalan gelek caran der barê makeqanûna nû de nerînên xwe anîn ziman û got: "Rewşa polîtîk a tecrîdê bi dawî bike, di muzakereyên dîrokê û îro re derbas dibe. Ev yek bi xwe re Makeqanûna Nû tîne aqilan. Niha HDP ji bo Makeqanûna nû bi israr bang dike ku her kes tev li vê pêvajoyê bibe. CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê komisyonek havpar ava kirine. Birêz Ocalan di peyama xwe ya dawî de li ser "Pergala siyasal" rawestiya. Hemû Tirkiye û Kurdistan tev li vê rojea siyasetê kir." 
 
'HDP'Ê QANALÊN MEZIN VEKIR
 
Kurkçu, destnîşan kir ku Erdogan bi qanûnên nehatine nivîsandin bi gotinên nifrînê li pêş cemawerîbûnê astengiyên mezin derxist û wiha axivî: "Hem rayedarên cemaweriyê û hem jî rayedarên medyayê li dijî gelê Kurd hestên nijadperestiyê û metîngeriyê pêş xist. Ji ber qanunên nehatine nivîsandin bi çavê keriyan li mirovan û civakê nerîn. HDP'ê li gel hemû astengiyên li pêş xwe qanalên girîng vekir. Niha dîsa ji bo Makeqanûna Demokratîk rêya niqaşan hatiye vekirin. 
 
‘HDP PÊŞENGÊ KAMPA DEMOKRATÎK E'
 
Kurkçu herî dawî bal kişand ser rol û rista HDP'ê ya ji bo Makeqanûna Demokratîk û wiha bi dawî kir: "Divê êdî rêya ku mirov karibin pêşeroja xwe niqaş bikin bê vekirin. Divê mirov karibin xwe îfade bikin û ramanên xwe bînin ziman. Ji bo vê yekê jî divê HDP rêya niqaşa Makeqanuna Demokratîk û kanalên Makeqanûna Demokratîk li pêş civakê veke." 
 
MA / Ferhat Çelik