Temellî: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin

img

WAN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik" bû. Temellî, diyar kir ku mirovan bi hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî bêhna xwe stend û wiha got: "Serokomar Erdogan dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune' Em jî dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirên din çareser nabin.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li wanê “Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk" li dar xist û civîna komxebatê didome. Komxebata perwerdehiyê 2 rojên ewil bi tevlêbûna hevşaredarên jin dest pê kir. Di roja 3'emîn de jî bi tevlebûna hemû hevşaredarên HDP'ê berdewam dike. Komxebat we sibê jî bidome. Di komxebatê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenter û rêveberên HDP'ê amade bûn. 
 
Komebata li otelek li Wanê 3 rojin didome civîna îro bi axaftina Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci dest pê kir. Avci, anî ziman ku Qeyûman deynekî pir zêde li pey xwe hiştin û çûn û wiha got: "Divê ev deyn ji bo me ne hincet bin. Divê me soza daye gelê xwe pêk bînin." 
 
Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê de hamleyek pir girîn pêş xistin û wiha got: "Me bi vê hamleyê berê siyaseta Tirkiye guhert. Tirkiye 17 salin bi hişmendiya yek mirovî hatiye hepiskirin. Me di hilbijartina 31'ê Adarê de ji vê yekê re got raweste. Armanca me ne tenê li Kurdistanê qezençkirina şaredariyan û li Rojava windakirina faşîzmê. Armanca me siyaseta li Tirkiye ku berberiyê ava dike bi dawî bikin û siyaseta demokratîk ava bikin. Me xwest nefesekê bidin mirovan. Me bi vê hilbijartinê nefes da mirovan."  
 
PIRSGIRÊKA KURD HEYE 
 
Temellî, diyar kir ku mirovan bi hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî bêhna xwe stend û wiha got: "Serokomar Erdogan dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune' Em jî dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirên din çareser nabin. Bloka 17 salin li ser îktidarê ye û feraseta yekperest pêş dixe, ne tenê li Îmraliyê tecrîdê pêş xist. Li hemû Tirkiye tecrid belav kir. Niha dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd tune' Em dibêjin însaf! Bi vê siyasetê rê nameşe. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk li Tirkiye çareser nabin. Divê li ser mafê wekhev em pêşeroja xwe ava bikin. Divê em li welatê hevpar û Komara demokratîk ava bikin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi makeqanûnek nû hneye. Niha dem dema îtîfaqa demokratîk."