MYK’a HDP’ê û koma wê ya Parlamentoyê civiyan

img

ENQERE – MYK’a HDP’ê û koma parlamentoyê di bin serokatiya Hevserok Sezaî Temellî de kom bûn. 

 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Û Koma Parlamentoyê ya HDP’ê ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û plansaziya dema pêşiya me amade bike li navenda giştî ya partiyê kom bûn. Hevseroka Giştî Pervîn Buldan ji ber nexweşiya xwe beşdarî civînê nebû. Civîn di bin serokatiya Hevserok Sezaî Temellî de pêk tê. 
 
GELLEK MIJARAN DÊ NÎQAŞ BIKIN 
 
Civîn dê heta saetên êvarê dom bike. Hat zanîn ku dê HDP’î di civînê de pêşketinên siyasî yên siberojê, encamên hilbijartina Stenbolê, stratejiya rêya 3’yemîn a HDP’ê, nameya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan a beriya hilbijartinê ji raya giştî re hat parvekirin, îtîfaqa demokrasiyê, reforma darazê, xebatên makeqanûna demokratîk, pêngava rêxistinbûyînê û pêvajoya kongreyan dê nîqaş bikin.