Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e

img
WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel di pîrozbahiya cejnê de axivî û diyar kir di şertên faşîzmê de bi têkoşînê encam dikare bê girtin û pêvajoya nû ya li ser banga Ocalan dest pê kir ji bo AKP’ê fersendek e. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên li gel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag li Amedê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 80 roj di greva birçîbûnê de man û piştî banga Ocalan bi dawî kirin, li Wanê beşdarî pîrozbahiya cejnê bûn. Pîrozbahî li avahiya HDP’ê ya Wanê pêk hat. Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên Rêxistina HDP’a Wanê Murat Dede û Yadîşen Karabulak, rêveberên HDP, DBP’ê, hevşaredarên navçeyan û gellek welatî beşdar bûn. 
 
Welatiyan li gel parlamenter Temel û Sarisaç û rêveberên HDP’ê cejnê pîroz kirin. 
 
Piştî pîrozkirina cejnê parlamenter Tayîp Temel axivî û xîtabî welatiyan kir. 
 
‘JI BO KURDAN CEJNEK DIN JÎ HEBÛ’ 
 
Temel bi pîrozkirina cejna hemû çalakgerên greva birçîbûnê û di wê pêvajoyê de dayikên li qadan têkoşîyan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Têkoşîna hat dayîn dîrokî bû. Em îro Cejna Remezanê pîroz dikin. Beriya vê cejnê gelê me cejnek din pîroz kir. Ew cejn jî dengê Birêz Abdullah Ocalan bû ku gihîşt hemû gelê kurd. Ji heft salî heta heftê saliyan ji bo gelê kurd cejna herî girîng ew bû.” 
 
Temel da zanîn ku ew wek parlamenteran xwestine ji bo pêvajoya grevên birçîbûnê bibin dilopek ji behre û xwediyên têkoşînê yên esil dayikên li qadan li ber xwe didan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, çalakgerên li zîndanan û kesên dawî li jiyana xwe anîne ne. 
 
'FAŞÎZM BI DAYÎNA TÊKOŞÎNÊ TÊ TÊKBIRIN’ 
 
Temel destnîşan kir ku di şertên faşîzmê de bi têkoşînê encam dikare bê girtin û wiha got: “Têkoşîn û bedel dayîn ku tune be ne mimkin e bi faşîzmê gav paş de bê avêtin. Carek din hat piştraskirin. Bi saya têkoşîna hat dayîn, dengê birêz Ocalan gihîşt hemû kurd, Tirkiyeyê û dinyayê. Bi çûyîna parêzer û malbatan re li Îmraliyê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Bi dayîna têkoşînê re faşîzm tê tekbirin û biharek nû ji bo gelan dest pê dike.”   
 
‘HÊJ TEVGERA KURD NAS NEKIRINE’ 
 
Temel bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê ku bi hilbijartina li Stenbolê re girêdan û got: “Kî dibêje ku ji bo Stenbolê bi AKP’ê re dê bê tevgerkirin wan hêj tevgera kurd nas nekiriye. Bi hilbijartina Stenbolê re firsendek mezin dikeve destê hêzên demokrasiyê, HDP’ê û gelê kurd. Ji bo AKP dev ji pêkanînên faşîzane berde û gavên demokratîk biavêje ji bo AKP’ê jî firsendek dîrokî ye. 
 
‘OCALAN CAREK DIN RÊ NÎŞAN DA’ 
 
Temel bal kişand ser rê nîşandana Ocalan û got: “Birêz Ocalan rêya ku nîşan dide ev e. Rêya li vir tê nîşandan rêya demokrasiyê ye. Ya girîng ew e ku muxalefet û îktîdar çiqas ji bo vê yekê amade ye. Ev sê çar sal in demokrasî û aştiya hatiye jibîrkirin û behsa wê nayê kirin, bi peyama Ocalan re carek din dikeve bîra me. Eniya demokrasiyê tê jibîrkirin lê Ocalan carek din viya bibîr dixe.” 
 
'GOTIN TENÊ TÊRÊ NAKE’ 
 
Temel anî ziman ku di têkoşînê de ruhek nû, zimanek nû, ehlaqek nû, perspektîfek nû pêk neyê di şûna mezinbûnê de dê her roja ku biçe biçûkbûn pêk were û wiha got: “Divê her kes xwe di ber çavan de derbas bike û li gorî perspektîfa têkoşînê tevger bike. Ji bo AKP dev ji faşîzmê berde û vegere demokrasiyê divê em bang bikin. Ji bo vê yekê jî têkoşîndayîn lazim e. Tenê gotin têrê nake.” 
 
Wekîlên bi gel re cejnê pîroz kirin demek bi welatiyan re sohbet kirin û pîrozbahî bi dawî bû.