Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse

img

EDENE - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tenê HDP ji biryara AYM'ê ya derbarê parlamenter Gulser Yildirim de daye zirarê nabîne û wiha got: “AYM ji desthilatdariyê ditirse. Nexwest bi siyasetê re bê beramberî hev.”

Parlamentera Partiya Demoktarîk a Gelan (HDP) a Edenê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî biryara Lîjneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku serlêdana takakesî ya Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim red kir, da.
 
Beştaş, bal kişand ser serlêdana xwe ya AYM’ê ya di 17’ê Mijdara 2016’an de û wiha axivî: “Ji xwe ne girîng bû evqas dereng bersiv bidin, dikarin hîn zûtir bersivê bidin. Sedama dirêjkirina vê biryarê ji bo pêvajoya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bandor û dirêj bike. Ev rewşa nayê qebûl kirin.”
 
'DIVÊ DMME JI KOMKUJIYA HIQÛQÊ RE BÊJE ÊDÎ BESE'
 
Beştaş, diyar kir ku DMME ji bo Tirkiye parastina bike heya 5’ê Kanûnê wext da û wiha got: “Divê DMME niha bersiv bide. Bi rastî ger Tirkiye parçeyekê hiquqa Ewropayê be ku dibeje parçeyekê wêne, divê tişta tê xwestin bike. Divê  demildest DMME bersiv bide ku Tirkiye nekare êdî pêvajoyê dirêj bike. Divê di demek kinde DMME ji vê komkujiya hiqûqê re bêje êdî bes e.”
 
'AYM NEÇARE KU JI DERVEYÎ SIYASETÊ BIRYAR BIDE'
 
Beştaş, da zanîn ku AYM Makeqanûna li Tirkiyeyê kontrol dike, azadiyan misoger dike, nirxên navneteweyî esas digre, azadiya kes, mafê hilbijartina serbest, vîna gel û tekane dadgeheke ku demokrasiyê diparêz e. Beştaş, anî ziman ku AYM neçare ku ji derveyî polîtîkayên siyasî biryar bide.  
 
'BIRYARÊN DADGER GELEK QADÊN ÎHLALKIRÎ VEDIKE '
 
Beştaş, AYM ne girêdayî HDP, CHP, MHP  û partiya desthilatdare, lê bi biryarên ku didene wisan xuya dike ku ji derveyî gotina desthilatdariyê dernakeve. Beştaş, destnîşan kir ku biryara AYM a du dayî siyasî bû wiha pê de çû: “AYM dadgehek ji rêzê nîne. Ji bo Tirkiye bibe dewletek hiqûqî, yek ji temînatên girîng e. Her roj komkujiyên hiqûqî tên jiyîn. Bi biryarên dadgerî dide, gelek qadên îhlalkirî vedibin. Lê îro AYM’ê vîna gel ji nedîtî ve hat.” 
 
'TENÊ HDP ZIRAR NABÎN E'
 
Beştaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji vê biryarê tenê HDP zirar nabîne. Hiqûq, demokrasî û rêzdayîna navneteweyî ya Tirkiye dê zirarê bibîne. Dê CHP jî zirarê bibîne. AYM xwe bi xwe înkar dike. Hebûna xwe înkar dike. Herî dawî di biryara Can Dundar de  Erdogan gotibû ‘Ez vê biryarê nas nakim û rêzê nadime.’ AYM naxwaze bi siyasetêre were beramberî hev. Lê qadekê ku ji derveyê hiqûqa siyasetê ye. Dadgeh û hiqûq heya ku ji derveyî siyasetê tevbigerin, rezdarin. Êdî ev yek ji bo me xeteke têkoşînê ye. 80’î mîlyon welatî bi makeqanîna desthilatdariyê nayên birêv birin.” 
 
'TÊKOŞÎN Û DESTKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFÊ DENE'
 
Beştaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dadgeha ku bi destê desthilatdariyê siyasî bû, têkoşîn û destkeftiyên jinan tune dihesibîne. Wekîltiya 4 hevalên me yên jin hat rakirin. Me berê digot dema mijar dibe jin û kurd êrîş zêdetir dibin, lê berevajî vê yekê têkoşîn hîn bi hêze dibe û girêdan mezin tir dibe.”