Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?

img

ERDEXAN - Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê li Erdexanê sedî 30 deng girt û bû partiya yekemîn, ji wê rojê ve zextên li dijî HDP û DBP'ê di asta herî jor de ne. Ji wê rojê heta niha li navçe û navenda bajêr zextên li dijî rêveberên partiyan dewam dikin. Heta niha 214 kes hatin binçavkirin, hat gotin ku girtin û binçavkirin bi fermana walî pêk tên.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de li bajêr sedî 30 deng girtibû û bûbû partiya yekemîn. Ji wê demê heta niha zextên li dijî HDP'ê kêm nebûn, her ku çûn zêde bûn. HDP'ê ji 2 parlamenterên bajêr, yek qezenc kir. Li gel zextên li dijî HDP'ê, zextên li ser Partiya Hermên Demokraktîk (DBP) jî bi hemû zoriya xwe dewam dikin û heta niha li bajêr 214 endamên partiyan hatine girtin, bi sedan kes jî hatine binçavkirin. Li naveya Golan û navenda bajêr berî 2 hefteyan serdagirtinên malan pêk hatibûn û 8 kes hatibûn girtin. Ruxmê zextan jî erdexaniyan dest ji xebatên xwe bernedan, aşkera kirin ku heta yek ji wan jî bimîne dê xebatên xwe dewam bikin.
 
‘JI BER SEDEMÊN STRATEJÎK ERDEXAN KIRIN BAJAR’
 
Hevserokê berê yê HDP'a bajêr Ergul Koç da zanîn ku ji ber kozmopolîtîkbûna bajêr, Erdexan bajarekî mînyatura ê Tirkiyeyê ye û wiha got: "Li Erdexanê gelek çand û civakên cuda dijîn. Ji bajarekî zêdetir gundek e. Lê ji ber polîtîkaya stratejîk a dewlete bûye bajar." Koç anî ziman ku di 7'ê Hezîranê de HDP'ê dengekî zêde li bajêr girtiye û piştrast kir ku piştî vê serkeftinê zextên li dijî rêvberên siyasî zêde bûne û ev tişt got: "Sedemên girtinên li vir fermana desthilatdariya siyasî ye. Zextên li dijî partiya me êdî bûye polîtîkayeke AKP'ê"
 
‘BI KEYAYÊN GUNDAN RE CIVÎN KIRIN’
 
Koç got ku "Li gorî nêrîna min e v girtin bi fermana Waliyê Erdexanê pêk te" û wiha pê de çû: "Dema ez hevserokê HDP'a bajêr bûm hatim girtin. Gelek hevalên me bi heman hincetê hatin girtin. Waliyên AKP ê û rêveberên wan, bi vekirî sedema girtina me bi serkeftina 7'ê Hezîranê ve girê didin. Girtin û binçavkirinên li dijî HDP'ê têrê nakin, hemû keyayên gundên ku sedî 50 deng dane HDP'ê kom dikin û bi wan re civînan li dardixin û dibêjin ku 'Çima ji HDP'ê re ew qas deng derdikeve' û gefan li wan dixwin. Ev jî têrê nake, yek bi yek li gundan digerin û dibêjin 'Em ê ji we re xizmetê nekin' bi vî şeklî zextan li gel dikin."
 
‘EM Ê BERSIVÊ DI KONGREYÊ DE BIDIN’
 
Koç bal kişand ser bêhiqûqiya dewletê û aşkera kir ku dewlet ne qanûn û ne jî makeqanûna xwe nas dike û piştrast kir ku bi van zextan dest datînin ser vîna gel. Koç got ku "Walî dixwaze peyama 'Heke ji derveyê AKP'ê deng ji partiyeke din re derkeve, hûnê ji tu xizmetê sûdê negirin' dide gel" û ev tişt anî ziman: "Lê çi dibe bila bibe, dê tu zext û zordarî bi ser nekeve û em ê li malên xwe rûnenên. Niha gelek rêveberên HDP û DBP'ê girtî ne. Em ê bersiva vê yekê di 3'yê Kanûnê de di kongreya HDP'ê de bidin wan. Me ji bo vê komîsyon ava kiriye, em ê hêj bi hêztir bên."
 
GUNDÎ: WALÎ GEFAN LI ME DIXWE
 
Endamê Meclis Giştî yê Erdexanê Halîl Gokdemîr jî destnîşan kir ku li gundên wekî Hecelya, Micûc, Çelebaşî û Agaçli yên girêdayî navendê, sedî 90 deng ji HDP'ê re derketiye û ev agahî dan: "Gundiyên li van gundan dijîn li min geriyan û gotin ku 'Waliyê Erdexanê rojên borî yek bi yek li gundên ku deng dane HDP'ê geriya ye û ji ber deng dane, gotiye ku dê çavê wan bi xizmetê nekeve.' Walî qaşo di her civînê de dibêje ku ew hurmetê nîşanê her partiyê dide lê, gundên ku deng didin HDP'ê di bin tundiyê de ne."