Kûrtûlan ‘rojiya mirinê’ nirxand: Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê divê çareserî bibînin

img

ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan, diyar kir ku rojiya mirinê, dê di demek kurt de êşên mezin bi xwe re bîne û got: “Divê Wezareta Dadê û Serokê Meclîsê çareseriyê bibînin û demildest tecrîdê rakin.” 

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan, di civîna li Meclîsê pêk anî de, pêşketinên rojevî nirxandin. Kûrtûlan, diyar kir ku dema Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir, banga dê bi vê re sînordar nemen kiribû û wiha axivî: “Destpêkê 335 girtiyan li 68 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin, lê niha 3 hezar girtî li 98 girtîgehan di greva birçîbûnê dene. Me gotibû bila ‘tabût dernekevin,’ lê di dema xebatên me yên hilbijartinê de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Ji bo ku tecrîd rabe van mirovan dawî li jiyana xwe anî. Bi vê awayî tabût ji girtîgehan derketin.”
 
‘GELO MA EVQAS ZORE HÛN QANÛNÊN XWE BI CIH BÎNIN?’
 
Kûrtûlan, anî ziman ku ji sibe û pê ve 15 girtî dê bikin rojiya mirinê û wiha pê de çû: “15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy, Gebze, Wan û Amedê ev daxuyanî dan. Hemû kesan dizanîbû ku di dawiya grevên birçûbûnê de, dê ev rewş derkeve holê. Berî ku dengtir bikeve, divê ev rewş bê fêm kirin. Daxwaza Leyla Guven û girtiyan, ne ji bo sererastkirina qanûnek nû ye. Tenê dixwazin qanûn bên bi cih anîn û mafên Birêz Abdullah Ocalan jî mîna yê hemû girtiyan bên dayîn. Gelo parêzerek şandin ma ewqas zore? Gelo ma ewqas zore ku AKP qanûnan bi cih bîne. Divê demildest ev bê bicih anîn.”  
 
‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’
 
Kûrtûlan, da zanîn ku rojiya mirinê dê di demek kurt de bi êşek mezin bi encam bibe û ev bang li hêzên demokratîk kir: “Rê nedin vê yekê. Divê Wezareta Dadê û Serokatiya Meclîsê vê çareser bikin û tecrîdê rakin. Em bang li hêzên demokratîk dikin ku mudaxileyî vê rewşê bikin û bikevin nava tevgerê.” 
 
‘DIVÊ MECLÎS VE BE’
 
Kûrtûlan, ji bo xebatên Meclîsê jî ev tişt gotin: “Bi taybetî di rojekê ku rojiya mirinê dest pê bike de û di serdemeke welatê me dinava pirsgirêkên kûrde fetişi, em dibêjin divê Meclîs ve be. Meclîs xwedî wê berpirsiyartiyê ku di vê pêvajoyê de mudaxileyî vê mijarê bike.”