Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e

img

STENBOL - Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konûkçû, anî ziman ku stratejiya HDP'ê di cî debûye û got: "Erdogan, ji 7'ê Hezîranê ve hewl dida pêvajoyê bi paş ve bide. Dît ku heyaletê 7'ê hezîranê li ber wî ye." 

Encamên hilbijartina 31'ê Adarê hîn jî tên nîqaşkirin. Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, stratejiya HDP'ê ya hilbijartina 31'ê Adarê nirxand. 
 
'STRATEJIYA HDP'Ê DI CÎ DE BÛ' 
 
Konûkçû, diyar kir ku kampanyaya" pirsgirêka bekayê" ya tifaqa AKP-MHP'ê negihaştiye armanca xwe. Konûkçû, bilêv kir ku di vê hilbijartinê de HDP bi ser ketiye û got: "Şirnexê ji mirovan xalî kirin, niha jî dibêjin em bi ser ketine. Wexta em zext û zoriyên piştî 7'ê Hezîranê bînin bîra xwe, em ê bibînin ku gelê kurd berxwedaneke bêhempa nîşan daye. Qeyûm hatin şandin. Îjar bila ji niha û pê ve AKp bifikire. Her wiha li rojavayê welat stratejiya HDP'ê bi ser ket. Ev pir girîng e. Tevî hemû dek û dolaban jî nikaribûn ser rastiyê bigirin û şaredariyên mezin ên bajarên ji bo wan keleh bûn winda kirin. Di vê hilbijartinê de faşîzm derbeyek mezin xwariye, lê belê ev darbe niha nayê wateya 'latkirina' wan. Ege rtêkoşîn mezintir bibe wê demokrasiyê pêş bice. Hilbijartin jî ji bo vê firsend in." 
 
‘KURD XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKETIN' 
 
Konûkçû, diyar kir ku çapemenî hemû di set îktîdarê de bû lê dîsa jî nikaribûye mirovan bixapîne û got: "Pirsgirêka mezin a Tirkiyeyê ne beka ye, pirsgirêka aboriyê ye. Êdî bila ew bifikirin. Wê ji niha û pê ve çawa vê îktîdarê li ser piya bihêlin. Rê li ber pereyan hatiye girtin. Her wiha li Rojhilata Navîn jî qada îktîdarê hatiye tengkirin. Ev hilbijartin sîleyek baş li îktîdar û faşîzmê xist." 
 
Konûkçû, bal kişand ser encamên hilbijartina li herêmê jî û got: "Tu rewatiya rêveberiya li wir nemaye. Qeyûm tayîn kirin, lê nikaribûn bi rê ve bibin. Gelê kurd careke din sîleyek li rejîma AKP-Qesrê xistiye. Mirov xwedî li vîna xwe derketin." 
 
Konûkçû, diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ber kendal e û êdî tu beramberiyeke siyaseta wî ya di warê pirsgirêka kurd de nemaye û got: "Erdogan, ji 7'ê Hezîranê ve hewl dida pêvajoyê bi paş ve bide. Dît ku heyaletê 7'ê hezîranê li ber wî ye. Moralê me baş bû. Ev pir girîng e. Me moral û hêvî çêkir." 
 
Konûkçû, destnîşan kir ku wê ev pêvajo bandoreke baş li siyaseta Tirkiyeyê bike û got: "Naxwazin grevên birçîbûnê bibînin, lê êdî wê nikaribin wisa bikin. Vîneke mezin derket holê. Wê bi saya vê têtkoşînê bi paş ve gav bavêjin. Ev hilbijartin bûn cihê hêviyê. Wê bi paş ve gav bavêjin." 
 
MA / Necla Demir