HDP, KCD, DBP û HDK: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e

img

AMED - HDP, KCD, DBP û HDK'ê têkildarî geşedanên dawî û tecrîdê civîna hevpar pêk anîn. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, anî ziman ku bêdengiya îktidarê ya li hemberî daxwazên girtiyan nayê qebûlkirin û wiha got: “Hûn çi bikin bikin hûn nikarin ji berpirsiyariyê birevin. Berpirsê kesên di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest dide hûn rayedar in. 

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevserokên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan de li avahiya HDP'a Amedê kom bûn. MYK'a HDP'ê mijarên tecrîdkirina li Îmraliyê, greva birçîbûnê, çalakiyên ku li dijî tecridê dawî li jiyana xwe tînin û hilbijartina 31'ê Adarê nirxandin. Di civînê de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Berdevka Giştî ya Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Gulustan Kiliç Yigît, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozurk, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temelli amade bûn. Hevserok û hevberdevkan di civîna çapemeniyê de Newroza 2019'an û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan diyar kir ku wan  civîna rewşa awarte pêk anî û wiha got: "Me di civînê de encama Newrozê nirxand. Dîsa rewşa çalakgerên di grevê de û asta hatiye me niqaş kir. Me der barê kesên ku li girtîgehan li dijî tecrîdê jiyana xwe ji dest dane nirxandinên girîng kirin."  
 
DI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ DE PEYAMÊN XURT DERKETIN 
 
Buldan daxuyaniya hevpar a HDP, HDK, KCD û DBP’ê ya hevpar xwend û wiha got: “Newroz bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" pêk hat. Bêyî em di pîrozbahiya Newrozê de bûyerên neyînî bijîn, bi tevlêbûnek pir mezin me Newroz pîroz kir. Bi milyonan mirov tevî hemû astengî û zextan li dijî zilm û zordariyê hatin cem hev. Li Amed, Wan û Stenbolê bi dehan bajar û navçeyên din bi milyonan peyamên pir zelal dan. Di Newrozêde ev encam derketin; 
 
* Di serî de gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê bersîve dan neheqî û înkara hikûmetê ya ‘Li ser vê axê cihê we tune ye". Gel got em li vir in em bi biryar û bi hevî ne. Bi awayekî pir zelal gotin em dest ji têkoşîna xwe ya aştî, wekhevî, demokrasî û azadiyê bernadin. 
 
* Gel got me stuyên xwe li dijî polîtîkayên faşîzma AKP û MHP'ê ne tewand û em ji niha û şûnde jî stuyê xwe li hemberî wan natewînin. Gotin me stuyê xwe netawand, em natewînin û em ê ne tewînin. Gel li vîna xwe ya siyasî xwedî derket. Gel pir aşkere got ku dê di 31'ê Adarê de qeyûman paşve bişînin ciwê ku jê hatine. 
 
* Gel aşkere got em tecrîd û polîtîkayên înkarê qebûl nekirine û qebûl nakin. Dîsa bi dengekî bilind girêdana xwe ya nirxên hebûna xwe bi dengekî bilind berz kiriye. 
 
Ji ber vê yekê pîrozbahiya Newrozê ji bo hemû welat û civakê bûye hevî. Biryardayîna têkoşînê bêtir xurt kiriye. Em şukranên xwe ji gelê xwe yê Newroz pîroz kir û bûne Newroz re pêşkêş dikin. Em spasiya xwe pêşkêşî gelê xwe dikin." 
 
‘TECRÎD LI DIJÎ ZAGON Û HIQÛQÊ YE'
 
Buldan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha berdewam kir: “Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîda mutlaq û girankirî ku li dervê mirovahiyê 4 salin li Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin 139 rojin di greva birçîbûnê de ye. Li zindanan jî 101 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev tecrîd 4 sal ango 1460 rojin didome. Ev tecrîd li dijî zagon û hiqûqa heyî ye. Li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ev tecrîd ji milê mirovî û hiqûqê ve tu car naqê qebûlkirin. 
 
Li gel vê yekê îktîdar, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Dadê û wezaretên din banga hezaran girtiyan û çalakgerên ku dawî li jiyana xwe anîne nabîne û naxwaze bibîne. Ev sersarî û mirovan bêzar dike. Mixabin di 10 rojên dawî de li girtîgehan 4 cenaze derketin. 4 girtiyan bi armanca tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anîn. Li Almanya jî mixabin kesê bedana xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da. 
 
‘EM LI DIJÎ ZILMÊ BI PARASTINA JIYANÊ TÊBIKOŞIN
 
Em hemû sazî bê guman li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Sedem çi dibe bila bibe em bi dawîkirina jiyanê rast nabînin. Hemû hewldan û têkoşîna me ji bo em rê li pêş mirinê bigirin e. Em armanc dikin ku pirsgirêkan çareser bikin û aştiya teqez ava bikin. Ji ber vê yekê ji bo ku ev çalakiyên bi vê rêbazê rawestin, em bang li hemû kesan dikin û dibêjin Werin em bi hevre li dijî zilmê ji bo parastina jiyanê têbikoşin." 
 
 
‘BERPIRSÊ MIRINÊ HIKÛMET E
 
Buldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand berpirsê kesên dawî li jiyana xwe anîn û wiha lê zêde kir: “Helwesta îktîdarê ya li dijî cenazeyên kesên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ne di milê hiqûqî, ne di milê bawerî û ne di milê sincî de nayê qebûlkirin. Revandina cenazeyan a ji malbatan, bêyî destûra malbatan definkirina cenazeyan, xezpkirina cenazeyan, bêyî wecîbeyên olî definkirin, şerma herî mezin e. Ya herî bi êş û şerma herî mezin jî hin wezîr  li qadan bê şerm bi van pêkanînan pesnê xwe didin. Hûn çi bikin jî hûn nikarin ji vê berpirsiyariyê birevin. Kesên girtî parastina jiyana wan di bin berpirsiyariya dewletê de ye. Berpirsê kesên ku di bin parastina dewletê de jiyana xwe ji dest didin hûn bi xwe ne.
 
BÊDENG NEMÎNIN
 
 
Buldan,  herî dawî bang li cemaweriyê û raya giştî jî kir û xwest li hemberî van geşedanan bêdeng nemînin. Bultan bang li kesên xwedî wîcdan, demokrat, rêxistinên demokratîk û sivîl, weatî, partiyên siyasî, komele, ode, sendika û rêxistinên pîşeyî kir û wiha got: "Bêdeng nemînin. Ji bo kes jiyana xwe ji dest nede, piştgiriyê bidin hewldana me. Em piştevaniyê xurt bikin. Ji bo sibê tiştên xerabtir pêk neyên em bi hevre bêtir dengê xwe bilind bikin. Em hemû bi hevre bi xwedîderketina gel dikarin vê pêvajoyê derbas bikin. Bila demek berî demekê hevdîtina parêzer û malbatan a li Îmraliyê dest pê bike û berdewam bike."