Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket

img
EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê bal kişand ser cenazeyên ku ji girtîgehan derdikevin û wiha got: "Hikûmet bêdengiya xwe ya li hemberî çalakiyên li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê berdewam dike. Ji ber ku hikûmet guh nade daxwazênk girtiyan îro cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket. Em dê ne bi mirinê, emê bi jiyanê têbikoşin û tecridê bi dawî bikin."  
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Daglioglu  ya Seyhana Edeneyê bi gel re hat cem hev. Temellî di ketina Edeneyê de ji aliyê parlamenterên HDP'ê û girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Karwana ku Temellî jî di navde li nava taxan geriyan û hatin navçeya Seyhanê. Bi hezaran welatiyên Edeneyê bi coşek mezin Temellî li navçeya Seyhanê pêşwazî kir. Girseya ku Temellî pêşwazî kir bê navber dirûşmeyên "Zulkuf heval nemir e" "Ayten heval nemir e", "Zehra heval ne mir e", "Medya heval nemir e", "Şehit namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin. Jin jî bi cilên xwe yên herêmî û gelêrî tev li pêşwazîkirinê bûn û reng tev li rengên alên HDP'ê yên mezin kirin. Gele welatî ji balkon û deriyên malên hezkirina xwe parve kirin. Nûnerên partiyên kurdan û Serokê Gieştî yê SYKP Canan Yuce tev li hevdîtinê bû. Dema Sezai Temellî gel silav kir û dest bi axaftinê kir, girsê axaftina Temellî, bê navber bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" qut kirin. 
 
Temellî, berê rexneyên xwe da îktîdarê û wiha got: "Îktîdar hebûna xwe li ser şer û mirinê ava dike. Ji ber vê yekê divê teqes kesên aştiyê diparêzin bên cem hev. Wekî Seyhan û Çukurova hemû dildarên aştiyê divê bibin yek. Li Tirkiye zilm û neheqî heye. Sedema zilm û neheqiyê jî hebûna tecride ye. Heta ku tecrid bidome neheqî, bê hiqûqî, bêedaletî û zilm dê bidome. Îro mirov bi bedena xwe li dijî vê bê hiqûqiyê têdikoşin. Leyla Guven 138 rojin li dijî vê zilm û tecrîdê li ber xwe dide. Îro zêdeyî 300 girtî rewşa wan di asta krtîtîk de ye. Li gelek welatên cîhanê greva birçîbûnê berdewam dike. Hemû aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Hemû dixwazin tecrîd bi dawî bibe. 139 rojin em bang li hikûmet û îktidarê dikin. Em dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk binin. Ji ber guh nadin van daxwazan îro cenazeyê 4'emîn ji girtîgehê derket.  Me got daxwazên wan pêk bînin û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin. Îro ji ber daxwazên wan pêk nehat Medya jî wekî Zulkuf, Ayten û Zehrayê dawî li jiyana xwe anî. Em ê ne bi mirinê em ê bi jiyanê li dijî tecrîdê têbikoşin. Em ê bi jiyanê bibin denge aştî û demokrasiyê."
 
Temellî, anî ziman ku pirsgirêka bekaya Tirkiye tune, pirsgirêka îktîdara AKP'ê heye û ji ber vê yekê meseleyên xwe wekî meseleyên welat nîşan dide û yên esasî bincil dike. Temellî, destnişan kir ku krîza aborî, xizanî, betalî û nelirêtyê heye û wiha bi dawî kir: "Bi qasî krîza aborî heye, krîza civakî jî heye. Civake dikin du enî û tînin hemberî hev. Civakê perçe dikin û bi hev didin şer kirin. Dijminantiya kurdan didome. Siyaset ji bo pirsgirêka civakê çareser bike heye. Lê siyaseta heyî aştî demokrasî xelas kirin û li şûna wê şer pêş xistin. " 
 
Temellî, herî dawî bang li hemû hilbijêran kir û xwest hem biçin ser sindoqan u hem jî li sindoqan xwedî derkevin û bibin muşahîd. 
 
Temelli, piştî hevdîtina gel derbasî avahiya HDP'ê ya Edeneyê bû. Piştî ziyareta avahiya HDP'e derbasî Mêrsînê bû.