Berdevkê HDP'ê: Pergala konfederal a Ocalan pêşdîtina îro ye

img

MÛŞ - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di serdanên gel ên li Mûş û navçeyên wê de axivî û aşkera kir ku pergala konfederal a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşdîtina îro ye.

Hevdîtinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li bajaran bi gel re dewam dike. Berdevkê HDP'ê û wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen, Wekîlê Mûşê Ahmet Yildirim, Wekîla Stenbolê Huda Kaya, Wekîla Edeneyê Meral Daniş Beştaş,Wekîlê Bedlîsê Celadet Gaydali, Wekîla Rihayê Dîlek Ocalan û endamên Lijneya Rêveberiyê (MYK) û Meclisa Partiyê (MP) çûn serdana gel û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
 
‘DÊ GEL BI HÊSANÎ TESLÎM NEBE'
 
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di avahiya partiyê de axivî, diyar kir ku pêvajoya siyasî girêdayî 100 salî ye û wiha axivî: "Li dijî vê niheqiya ku sed sal e tê kirin, derfeteke dîrokî bi dest ketiye. Peymana Sykes-Pîcotê xaleke girîng e; lê berê amadekariyên wan hene." Bîlgen diyar kir ku ruxmê berdêlên giran jî sed sal e hêj mafekî ku nehatiye girtin heye û piştrast kir ku dê ev gel tu carî teslîm nebe.
 
Bîlgen destnîşan kir ku daxwazên Herêma Federal a Kurdistanê zelal in, lê di asta nijadperestiyê de tiştek tê xwestin û wiha got: "Ji bo çavkaniyên aborî li Kurdistana Iraqê bên xebitandin, hêj hêzeke leşkerî ya ku wê biparêze nehatiye avakirin û di warê dîplomatîk û siyasî de astek nehatiye bi dest xistin. Piştî kelecaneke mehekê, hêvîşkestinek mezin xwe daye der."
 
Bîlgen aşkera kir ku pergala konfederal a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qala wê kirye, pêşdîtineke îro ye û wiha pê de çû: "Yek jî sedemên pêşniyarkirina vê pergalê ya Birêz Ocalan ew bû, rewş di berê de dizanibû. Îro li Kurdistana Iraqê heke xeyale şikestinek pêk hatibe, li Sûriyeyê rewşek cuda derdikeve pêş û ruxmê hemû berdêlên giran jî gelek destkeftî derketin holê û bi taybetî di nezera raya giştî ya navneteweyî de meşrûbûnek ava bû. Ev çareseriyeke ku dê ji niheqiyên li cîhanê li jinan tê kirin re bibe bersiv. Mafê gelên cuda digire bin ewlehiyê û ev jî serkeftina siyaseta li wêderê ye."
 
'LUKSA MEYA KU EM XETAYAN BIKIN TUNE'
 
Bîlgen da zanîn ku lukseke ku ew xeta bikin tune û wiha pê de çû: "Dibe ku ew hêza me ya ku em hemû rastiyan biparêzin tune be. Lê qet nebe em şaşitiyan nekin û derfetên dîrokî ji destên xwe nekin." Bîlgen destnîşan kir ku divê ew bi biryar û serbilindî bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke em bi biryar bisekinin, ji xwe bawer bibin, di rastiyê de israr bikin, dibe em demekî jî berdêlê bidin. Lê tişta ku berdêla wê tune be, dê tu qîmeta wê jî tune be. Dê bi hêsanî jî neyê bi dest xistin."
 
POLÎSAN HDP'Î DORPÊÇ KIRIN
 
Piştî axaftina Bîlgen endamên partiyê derketin derve û esnaf ziyaret kirin. Di dema gerê de polîsan heyet dorpêç kir, welatiyên ku heyeta HDP'ê bi kêfxweşî pêşwazî dikir, polîsan wêneyên wan kişand û gel nerazîbûn nîşanê vê nêzikatiyê da. Gelê li herêmê bi gotinên wekî "Xwedê alîkariya we bike" dia li wan kirin. Heyeta HDP'ê piştî li navenda bajêr hemû esnaf ziyaret kirin, derbasî navçeyên Gimgim, Milazgir û Kopê bûn.
 
Heyeta HDP'ê dê sibê li navenda Bedlîs û navçeyên wê hevdîtinên xwe bi gel re dewam bike.