Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldtan, têkildarî salvegera Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da. Buldan, diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento wê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, bi minasebeta salvegerea Protokola Dolmabahçe ya 28'ê Sibata 2015’an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nivîsî bû û di navbera heyeta Îmraliyê û rayedarên hikûmetê de hat îmzekirin, daxuyani da. Buldan di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Mutabakata Dolmabahçe ji bo avakirina welatekî demokratik, pêşxistina aştiyek mayinde bû û wiha got: "Vê mutabakatê hêz û hêviyek mezin da civakê. Mutabakat, di 28'e Sibata 2015’an de di navbera heyeta Îmraliyê ku ez jî di navde û aliyê hikûmet û dewletê jî di navde pêk hatibû. Li ser plana çareseriya demokratîk û aştiyê hatibû avakirin. li gorî 10 xalên mutabakatê pênaseya siyaseta demokratîk dihat kirin. Milê herêmî û neteweyî yê çareseriya demokratik, li gorî feraseta komara demokratik û neteweya hevpar pîvanên demokratîk a gelan  hatibû avakirin. Ji pergala demokratîk a qanûna esasî heta jiyanek demokratîk a bi bingeha her qadê îfade dikir."  
 
ERDOGAN MASEYA ÇARESERIYÊ QULIPAND
 
Buldan, di daxuyaniyê de bal kişand ser roja ku mutabakat hat aşkerekirin û daxuyaniyên Recep Tayyip Erdogan û wiha bi dawî kir: "Roja ku mutabakata Dolmabahçe hat aşkerekirin, Serokomar Erdogan, got 'Ev bangek ku bi hezret em li benda wê bûn'. Lê Erdogan  û hevkarên wê yên kûr piştre gotinên xwe guhertin. Erdogan, di 24'ê Nîsana 2015’an de got ‘Mutabakata Çiı? Mutabakatek wisa tune ye? û bi awayekî fermî ev pêvajo xelas kir. Maseya çareseriyê xelas kir. Piştî vê pêvajoyê nirxên demokratîk yek bi yek xera kirin û li şûna wê tecrîd wistin meriyetê. Li Îmraliyê li dijî hiquq û mirovahiyê tecrîd heye. Qeyûm tayînî 96 şaredariyên me kirin. 
Buldan, diyar kir ku mutabakata Dolmabahçe hêz û heviyek mezin dabû gelan û wiha got: “Taliya talî ev welat, ev civak, ev dewlet û ev parlemento wê li naveroka mulakata Dolmabahçe vegere.