Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye

img

ENQERE - Tê gotin wê Ahmet Davûtoglû partiyekê ava bike. Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, ev îdia nirxand û diyar kir ku dibe ku amadekariyên ji bo hilbijartina serokomartiyê be. Şener got: "Niha AKP û Erdoganek ku rêveberiyeke antîdemokratîk ava kirine hene. Û hîn j xurt in. Niha li hemberî vê hin liv û tevgerîn hene. Lê nizanim wê li hemberî vê çi qasî karibin li ber xwe bidin." 

Tê gotin wê piştî hilbijartina herêmî partiyek b avakirin û ji bo vê partiyê navê serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû, wezîrên berê Alî Babacan, Nîhat Ergun û Mehmet Şîmşek tê bilêvkirin.
 
Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener ev yek nirxand. 
 
Şener, diyar kir ku ew dizane kesên wek Ahmet Davûtoglû, Abdullah Gul û Alî Babacan ji bo avakirina partiyeke nû ketine nav liv û tevgeran û got: "Lê nizanim wê ev liv û tevger veguherin partiyeke an na. Çimkî, ji destpêkê ve bi fihêtî tev digeriyan. Gelo wê li dijî Erdogan derkevin û bi wêrekî tev bigerin? Nizanim. Ji ber rewşa wan a berê fikreke wisa li min peyda nabe. Nizanim, lê dibe ku tiştekî wisa jî bikin." 
 
'DIBE AMADEKARIYÊN JI BO HILBIJARTINA SEROKOMARIYÊ BIN' 
 
Şener got: "Muhtemel e, dibe ku piştî hilbijartina herêmî bibe partiyeke qanûnî. Li pêş wan jî tenê hilbijartinên giştî û serkomartiyê hene. Dibe ku ev ji bo amadekariyên hilbijartina serkomariyê be jî. Neketina hilbijartina herêmî û rasterast liv û tevgera ji bo hilbijartinên giştî û serkomartiyê stratejiyeke rast e. Lê wê tiştek çawa derkeve holê, wê helwesta wan çi be, wê bi îşareteke Erdogan dev ji vê helwesta xwe berdin an na? Ji bo vê nikarim tiştekî bibêjim." 
 
Her wiha Şener, diyar kir ku gelek eks ji AKP'ê veqetiyane û Erdogan ev kes tasfiye kirine. Şener, bilêv kir ku Erdogan ji bo partiyê dewrî kesekî ji malbata xwe bike, kesê di partiyê de navê wan li pêş bûne tasfiye kirine. 
 
‘LIV Û TEVGEREKE LI DIJÎ AKP'Ê' 
 
Şener, destnîşan kir ku kesên ku Erdogan ew tasfiye kirine niha ketine nav hewldanan, lê belê ji bo astengkirina van kesan dibe ku Erdogan jî têkeve nava hewldanan. Şener got: "Dibe ku bbi pêngaveke Erdogan bitengijin. Erdogan, li hêlekê gêzer nîşan dide li hêla din jî ço nîşan dide. Wê ev kes çi qasî karibin xwe li ber çoyê Erdogan ragirin, nizanim. Wexta AKP derket holê, Partiya Fazîletê bi awayekî qanûnî hatibû girtin û piştî partî hat girtin hin parlementerê wê AKP û hin jê jî Partiya Saadetê ava kirin. Lê niha li holê rewşeke wisa tune ye. Niha îktîdareke ku çapemenî, daraz di dest de ye heye. AKP û Erdoganeke ku rêveberiyeke antîdemokratîk ava kirine hene. Û hîn j xurt in. Niha li hemberî vê hin liv û tevgerîn hene. Lê nizanim wê li hemberî vê çi qasî karibin li ber xwe bidin." 
 
Şener, got di nav partiya ku tê gotin wê bê avakirin de hin kes li hev nakin. Şener, bilêv kir ku Davûtoglû dixwaze bibe serokê giştî yê vê partiyê lê belê ev yek bêyî dilê Abdullah Gul e.