Kerestecioglu Hesabên off-shore yên zarokên Yildirim ji Şîmşek pirsî

img
ENQERE – Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, têkildarî belgeyên Paradise Papersê ku navê zarokên zarokên Serokwezîr Bînayî Yildirim jî di hesabên Off-shore re derbas dibin ji Mehmet Şîmşek pirsî û xwest hesab bipirsin. Kerestecîoglu, anî ziman ku dê der barê off-shore de hesab ji zarokên Binali Yildirim bên pirsîn ya na?" 
 
Serokwekila Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, der barê geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kerestecîoglu, girtina Karsaz û Serokê Rêveberiya Çanda Anadolu Osman Kavala rexne kir û wiha got: "Rojnameyekê mehekê Osman Kavala kir hedef. Piştî Erdogan Kavala hedef nîşan da Kavala hat binçavkirin û girtin. Kesê navê Serokomar li ser wî ye li kursiyê Kavala kir hedef û got "Em dê hesab jê bipirsin" Li şûna polîsên ku Berkin Elvan, Ali İsmail Korkmaz, Ahmet Atakan, Ethem Sarisuluk, Mehmet Ayvalıtaş, Medenî Yildirim û Hasan Ferit Gedik kuştin bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn, dibêje ‘Polisê me dirok nivisandine' û wan li kuştinan sor dikin. Niha Kavala, hem bi Gezî û hem jî bi organîzekirina 15'ê Tîrmehê dadirizînin. Lê sponsorê Gezi tune ye. Tenê welatî bi xwarinên xwe yên malê dihati qadê u çalakî pêk dianîn." 
 
Kerestecioglu, anî ziman ku rojnamegerên der barê îhmalên komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de nûçe çêkirin  doz hat vekirin û wiha axivi: "Li vî welatî kesên heqîqetê tîne ziman sûcê mezin e. Li vî welatî rojnamegerên rastiyê dinivîsin tên darizandin. Patronên medya jî pişta xwe tidin rastiyan. Em bang li patronên medya û medya hawiz dikin û em dibêjin heta dawî ev îktîdar li ser piyan namîne. Em dixwazin hûn li gorî sinc tev bigerin." 
 
 DIVÊ HESABÊ OFF-SHORE JI ZAROKÊN YILDIDRIM BÊ PIRSÎN
 
Kerestecîoglu, bal kişand ser belgeyên Padise Papersê yên off-shore de derketin holê û wiha got: "Li Zonguldakê 100 hezar karkerên madenê li dijî Xala 51'an a Pêşnûmeyên Torbe gotin ‘Hûn ewlehiya me dixin talûkeyê' u meşiyan. Name ji me hemûyan re şandin. Gelo meşa bi hezaran karkeran qîmeta wê ya nûçeyan tune ye? Paroyan ji bo mafê parastinê meşiyan ma ev ne nûçe ye? Ma qey belgeyên Paradise Papersê jî ne nûçe ye? Mehmet Şimşek dibêje ‘em dixwazin li ser hesabê Off-shore  qaçakvaniya bajê asteng bikin' Em ji wî dipirsin hesabên  zarokên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên off-shore dê çi lê bê?" 
 
 
Kerestecioglu, pergala ezmunê ya TEOG’ê jî rexne kir û anî ziman ku heta niha wezir Mumcu, Huseyin Çelik, Nimet Çubukçu, Omer Dinçer, Nabi Avci, Îsmet Yılmaz her kesekî li gorî xwe pergalek ava kirin û tu pergalan encam negirt. 
 
Kerestecioglu, herî dawî pirsên rojnamegeran ên der barê îtîfaqên hilbijartinê jî bersiviand û anî ziman ku ewlehiya hilbijartinê tune û wiha got: "Azadiya propaganda tune ye. Kes nikare azad bi axive. Mirov êdi birçiyên demokrasiyê ne. Berî her tiştî ewlehiya hilbijartinê divê. Ger ku OHAL bidome ewlehiya hilbijartinê ne pêkan e. Ji bo demokrasiyê û îtifaqê divê berî her tiştî OHAL’ bi dawî bibe."