Tuna dê li ser koltuxê Gokçek ê 23 salan rûnê

img

ENQERE – Li şûna Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek ê îstîfa kir, Mustafa Tuna hat hilbijartin. Tuna yê di heman kêliya hat hilbijartin de got “Ez ê li tu kesî zilm nekim.” 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Melîh Gokçek li ser fermana Serokomar Erdogan îstîfa kiribû. Şaredarê Sîncanê Mustafa Tuna di şûna Gokçek de hat peywîrdarkirin. Tuna ê ku ji aliyê AKP’ê ve nazmet hat nîşandan di hilbijartina Meclîsa Şaredariyê de ji 136 dengan 104’an girt. Mustafa Tuna yê hat hilbijartin angaşt kir ku ew ê ji bo Enqerê gelek tiştan bike û wiha got: “Ez ê li tu kesî zilm nekim.” 
 
MUSTAFA TUNA KÎ YE?
 
Tuna di sala 1957’an de li navçeya Şarkişla Sêwazê hatiye dine û di sala 1980’an de wek Endezyarê Avahiyan ji Zanîngeha Teknîk a Stenbolê mezûn bû.
 
Tuna di navbera salên 2002-2007’an de parlamenteriya Enqerê kir. Di hilbijartinên salên 2009’an û 2014’an de jî ji partiya AKP’ê wek Şaredarê navçeya Sîncanê hat hilbijartin.