Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve

img
STENBOL – Wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, pirsgirêkên bingehîn ên welat û tifaqên hatine çêkirin nirxandin û destnîşan kir ku îktîdara heyî tenê dijminan çêkirin û berberîbûnê dixe nav civakê. Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay jî, bilêv kir ku yekîtiyên hêzê yên tenê li ser sindoqan hûr bûne wê tiştekî li gelên Tirkiyeyê zêde nekin. 
 
Wekîlê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay, pirsgirêkên bingehîn ên welat û tifaqên hatine çêkirin nirxandin.
 
'HER DU JÎ WEKHEV IN'
 
Tumuklu, bal kişand ser tifaqên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de hatine çêkirin û diyar kir ku ev tifaq awayê rêxistinbûyîna siyaseta Tirkiyeyê nîşan didin. Tumuklu ji bo tifaqa navbera AKP-MHP'ê got: "Ji zûvde ye bi hev re polîtîkayeke faşîst bi rê ve dibin. Bi vê polîtîkayê di weziyeta parêzvanên polîtîkaya faşîst de ne. Ev îtifaqa faşîst yektîpîbûn, yek dewletê û yek welatî li civakê ferz dike." Tumuklu ji bo tifaqa di navbera CHP-Partiya ÎYÎ de hat çêkirin jî got: "Bi ontolojiya xwe, bi awayê xwe li ser heman zemînê ye û blokeke faşîst e." 
 
Tumuklu, destnîşan kir ku ev herdu tifaqên ku dijminan çêdikin û berberîbûnê dixin nav civakê, bi heman awayî amadekariyên hilbijartinê dikin. 
 
‘HDP, RÊYA SÊYEM E' 
 
Tumukulu, anî ziman ku loma wan di nav HDP'ê de cih girtiye ku HDP rêya sêyem e û derî evan tifaqan e. Tumuklu got: "HDP, îfadeya eniya sêyem e yanî bi awayekî berfireh hemû kedkar, bindest, jin, ciwan û gundî di nav de ne. Pêngava 7'ê Hezîranê îfadeya vê hêviyê bû. Wê çaxê derketibû holê ku eniya sêyem bê çi berpêşî mirovan dike." 
 
GUNAY: HESABÊ DENGAN TÊ KIRIN 
 
Hevserokê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay jî, destnîşan kir ku tifaqên ku hatine çêkirin hesabê "em çend dengan bigirin ew qasî baş e." Gunay, diyar kir ku lê belê li Tirkiyeyê siyaset bi evan hesabên hêsan bi rê ve naçe. 
 
Gunay, anî ziman ku wexta partiyên siyasî daxwazên xwe, bernameyên xwe û sernavên xwe yên têkoşînê bi awayekî zelal diyar bikin, wê çaxê dibe ku tifaq bên nîqaşkirin. Gunay got: "Helbet di hilbijartinan de ji herkesî doza dengan tê kirin, lê rêya vê yekê nayê wateya ku tu yê rêbaza xwe, hebûna xwe red bikî. Divê tu wan biparêzî. Di vê hilbijartinê de feraseteke bi vî rengî heye."
 
Gunay, diyar kir ku AKP ji xeynî xwe herkesî dike dijmin û berberîbûnekê dixe nav civakê û bi vî awayî siyasetê bi rê ve dibe. Gunay got: "Niha Tirkiye bi awayekî antîdemokratîk tê birêvebirin. Hin kes ji vê re dibêjin 'faşîzma aşkere'. Hin kes dibêjin 'dîktatorî.' Lê çi dibe bila bibe, berê wê dikeve heman cihî. Di hilbijartinê de divê pêşî rê li vê yekê bê girtin û nirxên bingehîn ên demokratîk bên parastin. A dudoyan jî; AKP olê dike amûr û bi vî awayî siyaseta xwe dike. Divê îtiraz li vê yekê bê kirin û li hemberî vê nirxên laîkbûnê bên parastin. Her wiha divê feraseta AKP'ê ya şaredariyan, sermayeyê, rant û yekzilamiyê bê teşhîrkirin û divê gel li dijî krîza aborî daxwazên xwe bilêv bikin. Her wiha divê gel daxwaza jiyaneke mirovane biparêze. Çimkî ji çepgiran heta rastgiran herkes bi krîza aborî re rû bi rû ye. Tevî vê divê em welatekî ku herkes bi hev re bikaribe bijî tarîf bikin." 
 
‘QEYÛM NAYÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Gunay, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP'ê jî destnîşan kir ku qeyûm bi tu awayî nayên qebûlkirin û ji bo bidestxistina evan şaredariyan bal kişand ser girîgniya têkoşînê. Gunay, destnîşan kir ku di vî warî de hilbijartin 'pêvajoya têkoşînê' ye û got: "Eger em wek li dijî faşîzmê demokrasî, li dijî paşverûtiyê laîkbûn, li dijî şer aştî, li dijî krîza aborî jiyaneke mirovane nêzî vê pêvajoyê bibin, em ê bi ser bikevin." 
 
Her wiha Gunay destnîşan kir ku divê ev pêvajo tenê wekî çûyîna ser sindoqan û lêhûrbûna li ser sindoqan esas neyê girtin û got: "Eger tenê wek lêhûrbûna li ser sindoqan û dengan em nêzî vê pêvajoyê bibin, wê ev hilbijartin tiştekî li gelên Tirkiyeyê zêde neke." 
 
MA / Ferhat Çelik