Buldan: Darbeya herî mezin li dijî hevdîtina bi Ocalan re kirin

img

EDENE - HDP'ê ya Edeneyê kongreya xwe pêk anî. Polîsan destûr neda ku posterên Fîgen Yuksekdag di kongreyê de vekin. Parlamentera HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Bervîn Buldan di Kongreya HDP'ê de got: “Darbeya herî mezin li dijî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk hat. Ocalan her dem rêya demokrasiyê nîşan da. Lê Erdogan guh da Bahçelî ku got 'Em serî li ser mil, kevir li ser kevir nahêlin' û rêya hevditinan qut kir." 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Şirin Muzikholê pêk anî.  HDP'ê li salonê wêneyên wekîlên girtî û pankarta "Em dê teqez bi ser bikevn" vekirin. Rêveberan xwest posterê Hevseroka HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag vekin, lê polisan destûr neda vê yekê. Di kongreyê de endama Heyeta Îmralî, Serokwekîla Meclîsa Tirkiye û parlamentera HDP'ê Pervin Buldan, Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Dayika Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Endama MYK'ê ya HDP'ê Asiye Kolçak, Nûnerên DBP, ÎHD, EMEP, Egitim Sen, DÎSK, KESK, Malên Gel, Saziyên elewî û gelek saziyên demokratîk amade bûn. Kongre bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Seroka Diwanê Asiye Kolçak, diyar kir ku tevî hemû zextan xwe bi rêxistin dikin û wiha got: "HDP îro li ser piyan e û di nava xebatan de ye. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku HDP partiya gel e û wiha got: "Hevalên me di 4'ê mijdarê de bi darbeyê hatin girtin. Lê girtîgeh ji bo wan ne asteng e. Fikrên wan û vîna wan ji her demê bêtir azad e. Ji bo azadî xwestin hatin girtin. li her derê zext zêde dibin. Îktîdara AKP'ê di 1'ê mijdarê de li dijî hemû kesên muxalif şer da destpêkirin. 
 
Piştî axaftina Beştaş, peyamên Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş hatin xwendin. Piştî peyam hatin xwendin Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan,  diyar kir ku di pêvajoyek gelek dijwar re derbas dibin û wiha got: "Gelê kurd tevî hemû zextan li ser piyan e. Gelê kurd li dijî zilma Tansu Çiller, Mehmet Agar û Kenan Evren a înkar û îmhayê di ber xwe da. Dê niha jî di ber xwe bide û vê pêvajoyê derbas bike. Berxwedana gelê kurd wekî ya salên 90'an ku bi hezaran kes ji aliyê kujer nediyaran ve hatin kuştin niha jî didome. Encama hêza AKP û MHP'ê jî dê wekî ya Çîler û Agar be. 
 
DARBEYA HERÎ MEZIN LI DIJÎ HEVDÎTINA OCALAN PÊK HAT' 
 
Buldan, bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Darbeya herî mezin bi astengiya li pêş hevditina bi Ocalan re li dijî hevdîtina Ocalan pêk hatiye. Ocalan ji bo demkorasiye gav bi gav şopand û hişyar kir. Ocalan got 'Ger AKP  gavan navêje dê mekanîzmaya darbayê têkeve meriyetê. Lê birêz Serokwezir pêvajoya çareseriyê xist dolabê. Guh da gotina Bahçelî ya 'Kevir li ser kevir nahêlim. Serî li ser mil nahêlim' Piştî vê gotinê gelê Tirkiye winda kir. Bajar hatin xerakirin. Mirov hatin kuştin. Cenaze li çar aliyê welat belav bûn. Beriya wê aramî hebû. Lê îro cenaze diçin her derê. Îro li ser siyaseta xwînê hebûna xwe berdewam dikin. Em dîsa bibîra wan dixin û em dibêjin em dê dîsa şert û mercên biratî û aştiyê ava bikin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî tecrida li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Em, bi gelê xwe û hevalên xwe yên li girtîghê re dê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo em pêşerojek xweş û geş ava bikin em dê bi her awayî têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo vê yekê em ji her berdêlî re jî amade ne." 
 
Di kongre de piştî axaftin û xwendina raporan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural û Mehmet Masum Erig hatin hilbijartin.