Ozsoy: AKP ji xwe re li pozîsyona operasyonê digere

img
ENQERE – Berpirsê Têkiliyên Derve yê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku di operasyona li dijî Bakurê Sûriye de tê plankirin hêzên nehatine qanihkirin hene û hikumeta AKP’ê bi boneya pozîsyonê ji xwe re bibîne bertekên navnetewî dipîve. 
 
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Hişyar Ozsoy gefên deswerdanê yên Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand. 
 
Ozsoy da zanîn ku bu aliyên operasyona Erdogan qala wê dike hene yek jê ew e ku dixwaze hemû destkeftiyên kurdan li ser polîtîkaya tunekirinê pêk bîne û aliyê duyemîn jî ew e Erdogan dixwaze van gefên xwe bike propaganda hilbijartina herêmî. 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE DERZÊ BIXE NAVBERA KANTONAN’ 
 
Ozsoy bal kişand ser amadekariyên operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê û got ew nizanin di civîna pişt perdeye de çi hatiye gengeşekirin. Ozsoy got Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê James Jeffrey li Tirkiyeyê û li Rojava hin hevdîtin pêk anî û ew nizanin naveroka hevdîtinê çi ye û Tirkiye dixwaze di rewşek wiha de di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê de derzek çêbike. 
 
‘DYA OPERASYONÊ BÊAHENG DIBÎNE’ 
 
Ozsoy da zanîn ku DYA di rewşek wiha de operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê ji bo berjwendiyên xwe bêaheng dibîne û her çiqas Tirkiye bi DYA’yê re hevdîtinên girîng dike jî lê heta niha bi tu awayî Tirkiye DYA’yê neaniye ser xeta xwe. 
 
‘DIBE ÎMAJA DYA’YÊ BIKEVE JÎ’ 
 
Ozsoy anî ziman ku heke bi pêşengiya DYA’yê vê carê jî kurd û hêzên xwe bên firotin dê bi awayek micid îmaja DYA’yê darbe bike û DYA li pey derdê ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê veqetîne û bi xwe ve girê bide ye. Ozsoy got polîtîkayek zelal a DYA’yê têkildarî Kurdan û Sûriyeyê hêj nîne. Ozsoy diyar kir ku ji bo operasyonek muhtemel pêk bê hêj ne diyariyek heye û hêj gelek tişt tevlî hev e. 
 
‘ERDOGAN JI XWE RE LI POZÎSYONÊ DIGERE’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku Erdogan bi gefên li dijî Rojava hin bertekên qada navnetewî dipîve û got: “Erdogan niha helwesta navnetewî dipîve. Heta niha van gefên wî tiştek bi dest nexistiye. Niha Tirkiye yanî Erdogan dixwaze ji bo destwerdanê ji xwe re pozîsyonekê çêbike û bibîne.” 
 
‘YEKÎTÎ DEMILDEST LAZIM E’ 
 
Ozsoy li ser konsepta êrîşa li dijî kurdan rawestiya û got: “Divê kurd li dijî êrîşan hem li qada xwe û hem jî li qada navnetewî têkiliyên xwe li pêş bixin. Tişta ku herî ferz û lezgîn bê kirin yekîtiya navbera kurdan e. Lazim e kurdên herêma Sûriyeyê têkiliya xwe bi kurdên li herêmê din re zêde bikin. Her wiha divê rêveberiya Rojava bi rejîmê re jî hin hevdîtinên xwe dewam bike.” 
 
MA / Selman Guzelyuz