‘Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Ocalan têk çûn'

img

ENQERE - Alîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, diyar kir ku tecrîda mutlak a li ser Ocalan tê meşandin girêdayî geşedanên herêmî û navneteweyî ne û wiha got: “Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Birêz Ocalan û bîrdoziya wî têk çûn. Li Reqqa bîrdoziya Ocalan bi ser ket. Hêzên serdest bi hêrsa vê windahiyê êrîş dikin." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Zêdeyî salekê ye bi tu awayî agahî ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan nayê girtin. Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de saetekê hevdîtin pêk anî û ji wê demê heta niha der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de tu agahî nayê girtin. Bi taybetî piştî agahiyên der barê Ocalan de li ser medya civakî hatin parvekirin fikar û nerazibûn zêde kirin. Têkildarî rewşa Ocalan Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin kirin. 
 
Yildirim, anî ziman ku agahiyên di demên dawî de xistin rojevê ne tesadufî ne û wiha got: “Ev xuya dike ku perçeyekî konseptê ye. Ev rewşek pir xeter e. Li Rojhilata Navîn 3’emîn şerê cîhanê didome. Ev şer gihiştiye astekê. Di rewşek wisa krîtîk de geşedan ber bi encamê ve diçin. Birêz Ocalan bi rêbertiya fîkrî, pratîk û rêbertiya xwe ya polîtîk rê nîşan dide. Ji bo ku Ocalan rê nîşan nede û gelan araste neke terîdê giran dikin. Demek dirêj e bi tecrîdê dixwazin rê li pêş rêbertiya fikrî ya Ocalan bigirin."  
 
‘EV LÎSTIKA TALÛKE XEBERA QIYAMETÊ YE'
 
Yildirim, destnîşan kir ku ev lîstika li ser Ocalan di serî de li dijî kurdan û bi tevahî li dijî hemû gelan tê lîstin û wiha got: "Gelê kurd bi rêbertiya xwe tê tehdîd kirin: Hemû cîhan dizane ku Ocalan ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Li gorî xwe dixwazin peyamekê bidin û helwesta gelê kurd test bikin.  Ev lîstika tê lîstin xebera qiyametê ya li hemberî hemû gelan û li hemberî gelê kurd e. Kî dibe biba bibe ger ku bi van lîstikên qrêj bi ser Ocalan û kurdan de bên, dê tekevin nava agir. Wekî ku bi agir bilîzin. Ev dê rê li pêş şerê ku li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe veke. Ji destpêka Îmraliyê heta niha gelê kurd her dem gotiye "Nezîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Dîsa gotine nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û aştiyê ye." 
 
‘GEL BÊDENG NAMÎNE' 
 
Yildirim, xwest hemû gelên li Rojhilata navîn ji bo pêşeroja xwe ya azad li dijî tecrîdê û van pêkanînên li ser Ocalan dengê xwe bilind bike. Yildirim, xwest hemû gel li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Faşizm, dixwaze bi zext û tundiya li kolanan rê li pêşiya serhildanên kolanan bigire. Lê faşîzm jî nikare rê li pêş serhildanên kolanan bigire. 
 
‘HEMÛ HÊZ LI DIJÎ OCALAN TÊK ÇÛN'
 
Yildirim, destnîşan kir ku dema Kerkuk ji aliyê Artêya Iraq û Heşdî Şabî ve hat ragirkirin, Reqqa ji aliyê QSD'ê ve ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de tecrîdê kûr dikin. Tevrida mutlak a li ser Birêz Ocalan girêdayi geşedanên li herêmê û navneteweyî ne. Niha hemû hêzên li Rojhilata Navîn derketin ser dikê winda kirin. Hêzên emperyal, hêzên herêmî çeteyên faşîst yek bi yek têk çûn. Li Rojhilata Navîn kurd bi ser dikevin. Cewher û heyvanê vê serkeftinê Birêz Ocalan, fikr û bîrdoziya Ocalan e. Rêberê stratejî û taktîkê birêz Ocalan e. Hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî Ocalan têk çûn. Ji ber vê yekê dengê Birêz Ocalan qut dikin. Raqqa ji DAIŞ'ê hat xelaskirin. Rêxistina di cîhanê de herî kov û tirs ava kir ji aliyê şervanên QSD, YPG, YPJ ve têk çû. Ji ber vê yekê êrîşî bîrdoziya azadiyê û êrîşî felsefeya azadiyê dikin. Ji ber vê yekê naxwazin bi tu awayî agahî ji Ocalan bê girtin. Li bin posterê Ocalan Reqqa ji DAIŞ'ê hat xelaskirin. Ev têkçûna hêzên li Rojhilata Navîn nîşan dide. Sefîrê DYA got 'Ocalan ne kesekî rêzdar e' Ew nikare vê biryarê bide. Dîrok dê vê yekê binivîse. Gel dê vê biryarê bide. Îro gel li pey Ocalan û fikrên wî dimeşin û şer dikin. Ji ber vê yekê êrîşî Ocalan dikin û wî tecrîd dikin. Êrîş li dijî rêzdariya gelan a li hemberî Ocalan e." 
 
‘YA LI KERKÛKÊ WINDA KIR Û LI REQQA BI SER KET RÊBERTIYA BÎRDOZÎ YE' 
 
Yildirim, herî dawî bal kişand ser tekçûna Kerkûkê û serkeftina Raqqa û wiha bi dawi kir: "Tevî hemû tecrîda giran Ocalan hêza xwe bêtir diparêze. Dîsa bandora Ocalan a li ser gelan gelek mezin e. Fikrên Ocalan ne tenê girêdayî îro ne. Me îro fikrên Ocalan li Rojava û minaka HDP'ê dît. Me terkirina Kerkuk  û ji sedî 40’ê Başûrê Kurdistanê dît. Li cihê ku fikrên Ocalan lê serdest bû serkeftin derket pêş. Li cihê ku fikrên Ocalan ne serdest bû têkçûn derket. Ciwanên li pey fikrên Ocalan şer kirin bi ser ketin, pêşmergeyên li pêş fikrên din şer kirin bajar berdan û reviyan.  Minaka vê yekê ya herî şên ber Kerkûk têk çû Reqqa bi ser ket. Me hemûyan dît ku çawa Kerkûk têk çû û reqqa bi ser ket. Ya ku li Reqqa bi ser ket rêbertiya bîrdozî, polîtîk û taktîk a Rêzdar Ocalan e. Ya li Kerkûkê da windakirin jî rêbertiya YNK û PDK'ê ye. Xwedîderketina Ocalan xwedî derketina pêşerojê ye. Xwedîderketina Ocalan xwedî derketina pêşeroja jiyana azad e. Niha yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ne tenê Ocalan û 3 hevalên wî ne. Hemû gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. 
 
MA / Kenan Kirkaya