DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re civiya. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû re civiya. 
 
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeyê de cih girtin. Şande, li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê ji hêla Davutoglû, Serokwekîlê Giştî Ayhan Sefer Ustun û wekîl Kanî Torun û Mûstafa Bîlîcî ve hate pêşwazîkirin. 
 
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û nehatin zanîn ka dê piştî civînê daxuyanî were dayin an na. 
 
Tê payin ku di hevdîtinê de têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş bên kirin.