Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin

ENQERE - DEM Partiyê pêvajoya civînên bi gel re, komxebat û konferansên xwe temam kir û di çarçoveya pêdivî û pêşniyarên herêman de hewl dide modêleke nû yê rêxistinbûnê bixe meriyetê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî, dest bi civînên gel kiribû. Di çarçoveya nirxandin û pêşnyaran de jî xeta polîtîk a serdema nû diyar dike. DEM Partiyê ji bo vê gelek xebat meşand û herî dawî di navbera 12-15’ê îlonê de konferansên jin û têkel li dar xist. Di daxuyaniya têkildarî konferansan de gotina “Modêla rêxistinbûnê ya nû” derket pêş. 
 
Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navendî ya DEM Partiyê Elîf Bulut, têkildarî mijarên di konferansan de derketin pêş û nexşerêya partiyê ya dema pêş nirxand.  
 
PÊVAJOYÊN KOMXEBAT Û KONFERANSAN
 
Bulut, da zanîn ku piştî hilbijartinê civînên gel li dar xistine û gelek mijar nîqaş kirine. Bulut, wiha domand: “Têkildarî pêdiviyên rêxistinî û kêmasiyên heyî nîqaş hatin kirin. Ji bo mezinkirina avadaniya rêxistinî ya partiyê em ketin nava lêgerîneke rêbazê ya nû. Jixwe çendek guhertin hatibûn kirin. Hejmara Meclisa Partiyê guherî. Li herêman têgeha hevberdevkiyê guherî û biryara koordînasyonê hate dayin. Biryara pêşhilbijartinê hate dayin. Ji hêla avadaniyê ve hinek guherîn çêbûn. Lê ev bi tena serê xwe têr nakin. Li pêşiya me hilbijartinek hebû û me biryar da ku ji bo nîqaşkirina modêla rêxistinkirinê û pêdiviyên xwe konferansekê li dar bixin.” 
 
Bulut, got ku beriya konferansê li bajar û navçeyan gelek civîn li dar xistine û wiha pê de çû: “Me civînên ji bo jinan taybet li dar xistin. Me hewl da bersiva pirsên ‘Nîqaşeke li herêmê dê çawa berhemdar be? Em ê encameke baş çawa bi dest bixin? Pêdiviya herêmê bi çi heye?’ bibînin. Li gorî wê encamek hat girtin. Di asta herêmê de xebat hatin destpêkirin. Li her navçeyê pêşcivîn hatin lidarxistin û delege hatin hilbijartin. Li bajaran civîn hatin lidarxistin. Li wir hemû dînamîkên herêmê tev li bûn. Bi tevlibûna tevan em li ser pêdiviyên bajar sekinînin û rapor hatin amadekirin. Li gorî van encaman jî biryara komxebatê hate dayin. Ev encam di komxebatê de hatin nîqaşkirin. Modêleke rêxistinkirinê yê nû teşe digire. Ev modêl li gorî pêdiviya herêmî, li ser pêşniyar û rexneyên wan hate amadekirin. Ev modêl herî dawî di konferansan de hate nîqaşkirin.” 
 
'JI BO TEVLIBÛNÊ XURT BIKIN ME NÎQAŞ LI SER MEŞANDIN’ 
 
Bi domdarî Bulut bal kişand ser nîqaşên di konferansa jinan de û ev tişt anî ziman: “Xebatên jinan li gorî yên têkel zehmettir e. Ji ber sedemên weke zehmetiyên civakî, têkiliyên malbatî, mercên aborî û hwd. jin nikarin daxilî siyasetê bibin. Em li vir li rê û rêbazan digerin. Hinek modêl hatibûn pêşxistin. Nûnertiya wekhev û hevserokatî çendek mînakên ji van in. Ev xebat jî me li ser Meclisa Jinan kir. Rêya tevlibûneke xurt a jinan a di nava siyasetê de, ji Meclisên Jinan derbas dibe. Me nîqaş kir bê ka dê tevlibûna jinan çawa xurtir bikin. Astengiyên zîhniyeta mêrê serdest ji bo jinan derdixînin jî hatin nîqaşkirin. Me ev nîqaş bi tena serê xwe nekirin. Armanca me ew e ku xebateke bi rêxistinên jinan ên cuda, femînîst û hwd. re bimeşînin. Em dixwazin vê hêj mezintir bikin.” 
 
NÎQAŞA ‘KONGREYA JINAN A XWESER’
 
Bulut, daxuyand ku wan awayê şûxilandina Meclisên Jinan jî nirxandine û wiha dom kir: “Nîqaşa ku gelek navendî bûne (Meclisa Jinan) hate kirin. Hat nîqaşkirin bê ka ev rewş dikare çawa were çareserkirin. Ev pirsgirêk tevek di konferansekê de çareser nabin. Rêziknameyeke me ji bo meclisê hebû. Em hewl didin jinûve saz bikin û nû bikin.” 
 
Di berdewamê de Bulut anî ziman ku wan biryar dane ku xebateke li gorî herêman bimeşînin û wiha derbirî: “Pergaleke me ya wiha hebû. Lê me hinek berfirehtir kir. Hevaleke ji koordînasyona jinan an jî Meclisa Jinan dê daxilî sekreteryayê bibe. Me nîqaş kir bê ka dikarin komîsyonên xwe çawa xurtir bikin. Me rêbazên lidarxistina kongreyên jinan ên xweser nîqaş kir. Biryareke me ya wiha jî derbas bû. Paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinê di nava partiyê de çiqas xurt be, xelasiya ji zîhniyeta nêrza jî ewqas hêsantir dibe. Li dijî zîhniyeta nêrza ya serdest a di nava partiyê de me pirsa ‘Gelo em dikarin çawa li dijî vê têbikoşin û biguherînin?’ kir û biryar da.” 
 
HEDEFA XEBATÊN HERÊMÎ
 
Têkildarî modêla rêxistinkirinê ya nû jî Bulut wiha got: “Heke hemû tişt li navendê diyar bibe, wê demê dê zirar bigihije lingê me yê herêmê. Gelo em dikarin vê çawa bişikînin? Me çendek rêbaz ceriband. Lê têr nekir. Piştre me li herêmê koordînasyon ava kir. Vê jî têr nekir. Îcar jî ji ber berfirehiya herêman pirsgirêk derketin. Herêma Marmarayê pir mezin e. Stenbol li wir e. Hem Kurdistan hem jî rojava li wir e. Lewma pêdiviya dabeşkirina wê bi awayekî xwezayî derket. Di demên berê de em li ser 7 herêman dixebitîn. Weke mînak herêma me ya Amedê heye. Herêmeke mezin e. Zehmeteke ku mirov li ser yek koordînasyonê birêve bibe. Pêwendîdanîna bi herêmê re zehmet dibe. Lewma me biryar da ku ji hêla erdnîgariyê ve dabeşî sê beşan bikin û wisa xebat lê bên kirin.” 
 
Bulut, got ku dê li herêmên Serhed û Egeyê jî heman modêlan bixin dewrê û wiha dom kir: “Li seranserî Tirkiyeyê me li 12 herêman xebat kirin. Li gorî pêdivî û rêxistiniyê dibe ku hejmara herêman zêdetir bibe. Yek ji guherînên herî girîng ên me kiribû jî ev bû. Dê xebat li ser PM’an bên meşandin. Dê ji hêla 4 kesan ve bên koordînekirin. Dê yek jê jin, yek ciwan û 2 jî PM bin. Ev dê bi vî awayî hêsantir bibe.”
 
BIRYARA ZÊDEKIRINA HEJMARA PÊKHATEYAN 
 
Bulut, anî ziman ku yek ji biryarên herî girîng jî biryara mezinkirina partiyê ye û wiha got: “Tiştekî ku em ê bi 6 pêkhateyan ve bisînor bimînin tune ye. Li gorî pêdiviyên serdemê ev dikare were nîqaşkirin. Em dikarin li gel pêkhateyan biryareke wiha bidin. Siyaseta me siyaseta tifaqan e. Em têkoşîneke hevpar didin. Pêdivî bi vê heye. Îdiaya me ya bihevrekirinê heye. Dema ev dihat nîqaşkirin, ev mijar bû rojev. Anku partî li dijî vê girtî nîne. Dibe ku li gorî pêdiviyê zêde bibe.” 
 
'DÊ RÊYA SÊYEMÎN BÊ BEFIREHKIRIN’
 
Bulut, got ku dê siyaseta Rêya Sêyemîn mezin bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em partiyeke kongreyê ne û bi HDK’ê biryar dabû. Biryar hate dayin ku ev yek were xurtkirin. Her wiha dema em li ser siyaseta xwe ya Rêya Sêyemîn diaxivin; em bi baldarî nêzî hiqûqa kes, pêkhateyan dibin û biryar hate dayin ku mekanîzmayeke ku vê esas digire were avakirin. Dê biryar pêşkeşî PM’ê bên kirin. Heke bên qebûlkirin dê bikevin meriyetê.” 
 
MA / Mehmet Aslan