Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî Tifaqa Komarê wiha got: “Em ê neyên listikên fitnekaran.” Erdogan bi gotian “4 salên bêyî hilbijartin’ jî rê li ber hilbijartina pêşwext girt. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi konferansa bidîmen cejna teşkîlatên AKP’î pîroz kirin.Erdogan têkildarî nîqaşên hilbijartina pêşwext wiha got: “Ez dixwazim bi zelalî vê yekê bînim ziman. Em tevahiya Tirkiyeyê wek xwişk û bira digirin dest û 4 salên li pêşiya me dê bi xizmetên mezin, li gorî sedsala Tirkiyeyê, bi projeyên mezin nahêlin yek roj jî li me winda be.” 
 
Erdogan têkildarî Tifaqa Komarê ya bi MHP’ê re ava kirine jî anî ziman ku hinek kes dixwazin zirarê bidin vê tifaqê û ev tişt gotin: “Tifaqa Komarê teminata 85 mîlyon welatiyan e. Tifaqa me çiqasî xurt be dê Tirkiye jî ewqas ewle be. Em ê neyên listikên fitnekaran. Em ê rê nedin tifaqa me zirarê bibîne.”