Li dijî qirkirina neteweyî yekîtîya neteweyî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên yekitiya neteweyî ya bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hatiye destpêkirin bi hemû leza xwe didome û ji bo gelê Kurd ji qirkirinê xilas bibe, yekitiya neteweyî tê ferzkirin.

 
Li Başûrê Kurdistanê ji bo referanduma serbixwe kampanya didomin. Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe Mesut Barzanê berê axaftina ‘Em referandumê taloq nakin. Serxwebûna me teqeze. Kes nekare vê pêşkêş bike. Emê serxwebûna xwe qezenc bikin’  kiribû.  Mesut Barzanî piştî hevdîna bi NY, DYA û Îngîlîstanê şûnde  got ‘ger alternatîfên cuda hebin wê referandum bê taloqkirin’. Mesut Barzanî ji ber alternatîf nehatin pêşniyarkirin  dest ji referandumê berneda. Li aliyê din jî xebatên yekitiya neteweyî berdewam dikin. Komxebata yekitiya Neteweyî bi pêşengiya KNK’ê di 15’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê pêk hatibû. 
 
JIN LI DIJÎ MÊTÎNGERIYÊ NE
 
Di sala 1836’an de bi peymana Kasri Şîrîn ewil rojhilatê Kurdistanê parçe kirin. Piştre bi Peymana Lozanê re  gel perçe kirin. Mêtîngerî li ser gelê kurd ferz kirin. Cara duyemîn Kurdistan perçe bû. Bi vê peymanê mêtîngerî li ser kurdan ferz kirin. 
 
Li dijî mêtîngeriyê di 1921’ê de Serhildana Koçgirî pêk hat. Sozên ku hikûmetê piştî serhildanê dan kurdan, bi Lozanê re ji bîr kirin. Piştre serhildanên Kurdan yên sedsala 21’ê bi komkujiyan hat çewisandin.
 
Li her çar parçeyê Kurdistanê bi perçekirina kurdan re li ser kurdan polîtîkayên bişaftin û qirkirinê pêş xistin. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava di her demên cuda de polîtîkayên cuda pêk hatin û armanc ev bû ku pêşî li pêşketina Kurdan bigirin. Desthilatdariyan jî her tim li ser derizînin navbera xeta berxwedan û îxanetê hebûna xwe parast. Di demên dawî yên Osmaniyan de jî serhildanên cuda yên Kurdan çêbûn. 
 
XWESTIN KURDISTANÊ BIKIN GORISTAN
 
Di serhildanên sedsala 21’ê de ji Koçgiriyê heta Zîlanê, ji Şêx Saîd heta Dêrsîmê xwestin Kurdistanê bikin goristan. Di salên 1970’ê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ‘Kurdistan mêtînger e’ û kesên ligel wî cih girtin jî kêm bûn. Tevî vê bi pêşengiya şoreşgerên ciwan tevgera azadiya Kurdsitanê mezin bû. Li her çar parçeyê Kurdsitanê berxwedan hat destpêkirin û li Bakurê Sûriyeyê ev bi ser ket.
 
Ji paşerojê heta îro dema mirov dinêrin aliyê berxwedêr yê jinên Kurd jî hemû parçebûn tine kiriye. dema tevgera azadiya jinê hîna derneketibû derve li çar parçeyê Kurdistanê jinan bi berxwedana xwe sînor tine kiriye û  jinên Kurd di alî neteweyî de ji hev veneqetine. Şoreşa roja ya ku jinan jêre pêşengî kir jî li çar parçeyê Kurdistanê xebatên pergala ku yekitiya neteweyî ava dike didome.