Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir

img
STENBOL - Namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir.
 
Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Muharrem Înce, namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir. Înce piştî hevdînê daxuyanî neda. Hat diyar kirin ku Înce dê naveroka hevdîtinê, di mîtînga Qada Îstasyonê ya Edîrneyê pêk bê de, ragihîne.