Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir

img
AMED - Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên wê dest pê kir. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê û navçeyê wê pêşhilbijartinê li dar dixe. Li tevahiya navçeyên Amedê bi hezaran delege ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan. Delege ne tenê ji bo namzetên hevşaredariyê ya bajarê mezin, di heman demê de ji bo diyarkirina hevşaredarên navçeyan ên ji tura duyemîn re mayîn jî dengê xwe didin. 
 
Li navçeyên Sankuş, Çermik û Gêlê tenê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê deng tên dayîn. Li temamiya navçeyên din hem ji bo bajarê mezin hem jî ji bo namzetên ji tura duyemîn re mayîn deng tên dayîn. 
 
Dengdayîn dê heta saet 17.00’ê bidome. Ji bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heke tu kes rêjeya ji sedî 50+1’ê derbas neke dê pêşhilbijartin ji tura duyemîn re bimîne. 
 
NAVENDÊN DENGDAYÎNÊ 
 
Navendên ku delege dengê xwe lê bidin ev in: 
 
* Peyas:  Eywana Dawetan a Zîrveyê 
 
* Bajarê Nû: Eywana Dawetan a Kaplanê 
 
* Bismil: Eywana Dawetan a Firatê 
 
* Rezan: Eywana Dawetan a Şolenê 
 
* Sûr: Eywana Dawetan a Nîlgunê 
 
* Erxenî: Eywana Dawetan a Karakuşê
 
* Farqîn: Eywana Dawetan a Dîlanê
 
* Li tevahiya navçeyên din delege dê dengê xwe li avahiyên partiyê bidin.