‘Ne manîfestoya hilbijratinê ya şer e'

img
STENBOL - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan di kongreya Bajar a Stenbolê de manîfestoya hilbijartinê ya AKP'ê aşkere kir. Erdogan diyar kir hedefa wan a sereke dê hilberîna çekên helîkopter, ÎHA û SÎHA'yan zêde bikin. Siyasetmedarên sosyalîst û demokrat bertek nîşanî vê manifestoya hilbijartinê ya AKP'ê dan û diyar kirin ku ev “manifestoya şer" e û tu qîmeta wê di nava gel de tune ye. 
 
Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, 2 roj berê di Kongreya Bajar a Stenbolê ya AKP'ê de manifestoya hilbijartinê ya partiya xwe ji raya giştî re aşkere kir. AKP û Erdogan ê ku 16 salin li îktîdarê ye, wekî ku ew ne li îktîdarê bin axivî û parastina azadiya raman, îfade, mafên mirovan kir. Dîsa parast ku dê hilberîna çekên niştecîhî zêde bikin. Erdogan diyar kir ku ew dê hilberîna helîkopterên ATAK, balafirên bê mirov ên ÎHA, SİHA zêde bikin û razemeniya di milê parastina neteweyi de xurt bikin. Dîsa parast ku dê operasyonên li dervê sînor berdewam bikin û ji Minbiçê derbasî Hesekê Şengal û Qandîlê bibin. Erdogan wekî ku ne berpirsiyarê krîza aborî, tenduristî, demokrasî û azadiyê be axivî. Nûnerên partiyên siyasî yên sosyalîst û demokrat axaftina Erdogan nirxand û diyar kirin ku ev ne manîfestoya hilbijartinê ye, manîfestoya şer e. 
 
ÛZÛN: ÊDÎ ENDAMÊN AKP'E JÎ DÊ BÊJIN ÊDÎ BES E
 
Seroka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sîbel Uzun, diyar kir gotinên der barê biçekkirina kurevî de nîşan dide ku dê şer bidome û wiha got: "AKP'ê tevî ku di polîtîkayşên şerê li Suriye de zerakek mezin dît û di nava siyaseta DYA û Rûsya de asê ma jî dîsa di şer de israr dike. Êdî AKP nikare bi polîtîkayên şer bi ser bikeve. Êdî endam û bingeha AKP'ê jî dê ji vê yekê re bêjin êdî bes e." 
 
‘EM DÊ LI DORA HDP'Ê BIBIN XELEK' 
 
Uzun, anî ziman ku qala efûya Bacê kir û wiha got: "Bi vê efûya bac û deynan dixwaze dîsa puanan kom bike. Lê ev manifesto di nava gel de qîmeta wê tune ye. Dê bi muxalefetiya me jî zêde têkeve valahiyê. Hemû eniya gotin "Na" û kesên di nava AKP’ê de gotin "Na" di nava HDP’ê de cihekî wan ê pir xweş heye. Azadiya Selahattin Demirtaş ji bo her kesî girîng e. Ji ber vê yekê kesên zêde sozên hilbijartinê didin dê sozên an dîsa vala derkevin. dgivê her kes li dora namzçetiya Demirtaş û HDP’ê bibin xelek. 
 
TAŞ: ALIYEKÎ AKP’Ê KU GEL WÊ QEBÛL BIKE NEMA' 
 
Endamê Lijneya Serokê Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Alper Taş jî diyar kir ku sozên AKP’ê yên hilbijartinê ji di rastiya xwe de sozên şer in û wiha got: “Erdogan ji bo pêşeroja Tirkiye tu heviyê nade êdî. Bi şer pêşeroj nabe. Bi şer mirovahî nikare xwe pêş bixe. Dijberî vê yekê mirov dikare bi tekoşîna li dijî şer, parastina aştî, azadî û demokrasiyê xwe pêş bixe. Ji bo Tirkiye ne şer, aştî lazim e. Jiyana hevpar, wekhev, azad, demokratîk û aştiyane lazim e." 
 
HATîMOGULLARI: HILBERÎNA ÇEKAN NE HUNER E
 
Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Tulay Hatimogullari diyar kir ku sozên îktîdara AKP’ê ya bi pêşxistina sanayiya çekan, rewşa xwe tîne ziman. Ev nêzîkatiya AKP'ê bi gotina “Em dê di polîtîkaya derve de politikayek avaker bişopînin" re dikeve nakokiyê. Polîtîkayên çêker û avaker biratî, aştî, hurmetê dixwaze. Lê hikûmeta niha li dijî gelê kurd, ereb, suryan ên li Sûriye dijîn, komên çekdar diparêze û piştgiriyê dide wan. Em vê yekê li Efrîn, Idlib û bajarên din dibînin. Hilberîna çekan ne huner e. AKP bi vê mamîfesto û sozên hilbijartinê, nîşan dide ku dê li dijî gelê kurd bêtir serî li şer û tundiyê bidin. Hem qala welatiya qekhev û biratiyê dikin û hem jî mafê gelê kurd bi zagonan nas nake û asteng dike. Bi vî rengî çawa qala wekhevî, azadî û edaletê dikin. Berxwedana Geziyê avakirina azadiya hatiye talankirin û sazkirina demokrasiya ku hatibû xerakirin e." Hatimogullari, herî dawî anî ziman ku polîtîtîkayên AKP'ê yên li ser jinê ku bêtir mafê jinê binpê dike û jinan bêtir cahîl û nezan dihêle, ji bo wan dibe kilavuza têkoşîn û lêgerîna mafan. 
 
MA / Sadiye Eser