Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye

img
RIHA - Delegeyên DEM Partiyê ku ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariya Wêranşarê dengê xwe dan wiha gotin: “Me namzetên xwe hilbijart, îcar dora bidestxistina şaredariyê ye.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Yek ji van cihan jî navçeya Wêranşar a Rihayê bû. Di encama pêşhilbijartina di 13-14’ê çileyê de Rûken Baran û Fadil Mendanlioglû weke namzetên hevşaredariyê hatin hilbijartin. Delegeyên dengê xwe dayîn û kesên hilbijartin şopandin têkildarî pêşhilbijartinê axivîn. 
 
VARLI: GEL BI XWE NAMZETÊ XWE HILBIJART
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli ku hilbijartin dişopand, diyar kir ku cara ewil e di siyasetê de pêşhilbijartin tê lidarxistin. Varli, wiha domand: “Di tevahiya hilbijartinê de delegasyon û bernamzet pir bi kelecan bûn. Kesên di hilbijartinê de deng nedayîn û yên ne delege jî herikîn cihê hilbijartinê û bi mereqeke mezin li benda encaman man. Kesên ji hêla gel ve hatin pejirandin hatin hilbijartin. Li Kurdistanê pîroz be. Gelê me li her derê namzetên xwe bi xwe hildibijêre. Em ê bi tevî gel ber bi serkeftinê ve biçin.” 
 
'PÊDIVIYEKE SIYASETA DEMOKRATÎK BÛ’
 
Endamê PM’a DEM Partiyê Sedat Şenoglû jî anî ziman ku wan şahidiya hilbijartineke dîrokî kir û wiha got: “Berpirsyartiya me mezin e. Gel bi kelecan û dilxwaz bû. Li dijî qeyûman, navnîşana îradeya xwe nîşan dan. Tevlibûna xurt a pêşhilbijartinê nîşaneya vê ye. Ne tenê li Wêranşarê, ev pîrozbahiya demokrasiyê li tevahiya Kurdistanê hebû.” 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî jî got ku wan modêleke ku gel bi xwe xwe birêve dibe xistine meriyetê û wiha pê de çû: “Ev yek pêdiviyeke siyaseta demokratîk bû. Ne tenê li Wêranşarê, li nêzî 90 cihan welatiyan namzetên xwe diyar kirin. Divê em vê li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.” 
 
‘ÊDÎ DORA BIDESTXISTINA ŞAREDARIYÊ YE’
 
Ji delegeyan Nûsret Înak jî anî ziman ku şaredariya di bin rêveberiya AKP’Ê de nikare bajar birêve bibe. Înak, bi lêv kir ku rêyên wan xerab û her der di nava çopê de ye. Înak, wiha domand: “AKP’ê bajar serûbin kir. Em dixwazin êdî wan bişînin. Lewma me dengê xwe da. Tekane partiya ku dikare Wêranşarê ji vê qirêjiyê paqij bike, DEM Partî ye. Dema partiya me hat dê bajar paqij bibe. Bo me ne girîng e bê ka kîjan bernamzet bi ser dikeve. Ji bo me tevek jî mîna hev in.” 
 
Têkildarî mijarê ji delegeyan Îdrîs Ozekîncî jî wiha got: “Li dijî qeyûman em ê her tim xwedî li îradeya xwe derkevin. Kesên em hildijbêrin dê xizmeta me bikin û em ji vê bibawer in. Ji ber ku namzetên xwe me bi xwe hilbijartin, em keyfxweş in. Em bi van hestan hatin vê derê û me dengê xwe da. Me namzetên xwe hilbijartin, îcar dora bidestxistina şaredariyê ye.” 
 
Ramazan Dogan ku tevî zarokê xwe ji bo dengdayînê hatibû jî wiha axivî: “Ji bo bajarekî ku zarokên me lê azad bijîn, em namzetên xwe hildibijêrin. Encam çi dibe bila bibe em dibêjin ku dê baş bibe.” 
 
'EM Ê BI SER KEVIN’ 
 
Ji delegeyan Nezîr Karadag jî daxuyand ku siyaseta partiya wan her tim ji siyaseta partiyên din cuda ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sala ye pergala hevserokatiyê di meriyetê de ye. Hem jin hem jî zilam di nava partiya me de xwedî heman mafan in. Me gelek hilbijartin jiyan, me bo xwe ji wan ders girtin û rêya xwe didomînin. Di her hilbijartinê de ji hêla demokrasiyê ve em bêhtir pêş dikevin. Di hilbijartina dawî de me xwe hinek sist kir û em bi feraseta ‘jixwe dê bi ser kevin’ tevgeriyan. Lewma me Wêranşar winda kir. Lê dê vê carê tiştekî wisa çênebe. Em ê şaredariya xwe bi dest bixin.” 
 
‘HESTEKÎ NÛWAZA YE’
 
Alî Kaya jî bi lêv kir ku gel çawa namzetê xwe hilbijartibe dê bajarê xwe jî birêve bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Şaredariya Wêranşarê demekî dirêj di bin rêveberiya partiya girêdayî tevgera siyasî ya kurd de bû. Lê di sala 2016’an de li îradeya me qeyûm hate xespkirin. Di hilbijartina 2019’an de jî AKP’ê bi ferqekî pir biçûk bi ser ket. Ne qeyûm ne jî şaredariya AKP’î di nava 8 salan de kevir nedanîn ser kevirî. Wêranşar hêjayî her tiştekî xweşik e. Namzetên me hilbijartin dê tevî xelkê me navçeya xwe birêve bibin. Me bi xwe namzetên xwe hilbijartin û ev hestekî nûwaza ye. Li dijî partiyên pergalê û qeyûman, gel bi xwe biryara xwe dide.” 
 
MA / Emrûllah Acar