Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi hezaran delegeyên DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê diçin ser sindoqan. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û yên meclisa giştî ya bajar li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe. Yek ji navendên ku sindoq lê hatine danîn jî Amed e. Bernamzetên navçeyan beriya pêşhilbijartinê xwe dan naskirin û projeyên xwe vegotin. Piştre jî dengdayîn dest pê kir. 
 
Tê payîn ku heta êvarê derdora 20 hezar delegeyan dengên xwe bidin. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin bi giştî 15 bernamzet hene. 
 
BAJARÊ NÛ
 
Li navçeya Bajarê Nû yê Amedê sindoqên hilbijartinê li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li Qada Stasyonê hate danîn. Ji serê sibehê ve bi hezaran delegeyan berê xwe dan eywanê. Eywan, bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji bo hevşaredariya navçeyê 4 jê jin bi giştî 16 bernamzet hene. 
 
PEYAS
 
Li navçeya Peyasê jî 5 jê jin bi giştî 16 bernamzet dê bikevin pêşpirkê. 24 sindoq, li Eywana Dawetan a Zîrveyê hatin danîn û dengdayîn dest pê kir. Tê payîn ku 4 hezar û 500 delege dengê xwe bidin. 
 
REZAN 
 
Pêşhilbijartina li navçeya Rezanê jî li Eywana Dawetan a Geterlerê tê lidaxistin. 5 jê jin bi giştî 22 namzet hene. Li vir jî dê 3 hezar û 500 delege dengê xwe bidin. 
 
Navên ku deng lê tên dayîn ev in: 
 
* Peyas: Eywana Dawetan a Zîveyê 
 
* Bajarê Nû:  Eywana Dawetan a Kaplanê
 
* Rezan: Eywana Dawetan a Geterlerê
 
* Sûr: Eywana Dawetan a Nîlgunê
 
* Erxenî: Eywana Dawetan a Taş Kardeşlerê 
 
* Bismil: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê 
 
* Farqîn: Eywana Dawetan a Gold Parkê
 
* Şankuş: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê
 
* Çermûg: AVahiya DEM Partiyê ya navçeyê
 
* Gêl: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê 
 
* Karaz: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê
 
* Lice: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê 
 
* Pasûr: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê 
 
* Pîran: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê
 
* Hezro: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê 
 
* Xana Axpar: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê
 
Her wiha dê piştî nîvro li gelek bajaran ji bo tûra duyemîn deng bên dayîn.