DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye

img
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay anî ziman ku wan amadekariyên xwe yên ji bo dengdana gel ku dê sibe namzetên hevşaredariyê bên diyarkirin temam kirine û bang li delegeyan kir ku biçin ser sindoqê. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina hevşaredarên xwe yên navend û navçeyan dê sibe pêşhilbijartinê li dar bixe. Li Wanê ji bo dengdana gel dê li 13 navendan sindoq bên danîn. Tê payîn ku nêzî 10 hezar delege ji bo namzetên hevşaredariyê û endamên meclisên şaredariyan dengê xwe bidin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay bang li hemû delegeyan kir ku ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk dengê xwe bidin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay
 
‘EM BAJARÊN XWE BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’ 
 
Uzunay, anî ziman ku pêşhilbijartinên dê bên lidarxistin ji bo demokrasî û vîna gel girîng in û wiha domand: “DEM Partî li Kurdistan û Tirkiyeyê pêşengtiya siyaseta demokratîk dike. Ji bo di hilbijartina 31’ê adarê de em ê di 14-15’ê çileyê de pêşhilbijartinê li dar bixin. Li Wanê jî dê sibe pêşhilbijartin bê lidarxistin. Ji bo pêşeroja xwe û xelasiya ji vê tarîtiyê werin em xwe û bajarên xwe bi hev re birêve bibin. Em bi hev re van qeyûmên dixwazin demokrasiyê tune bikin bişînin. Em dixwazin gelê me sibe biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Em îradeya xwe li ser sindoqê nîşan bidin da ku vê polîtîkaya qeyûm a talanker bişînin.” 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ KIR 
 
Uzunay, bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Navenda Wanê û li 13 navçeyên wê dê sibe deng bên dayîn. Me amadekariyên xwe temam kirine. Banga me ji bo tevahiya delegeyan ew e ku ji bo rêveberiyên herêmî yên demokratîk biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.”