MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya

img

ENQERE - MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinên rêveberiyên herêmî civiya. 

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. Civîn, li avahiya partiyê tê lidarxistin û rojeva wê ya sereke jî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ye. Hat zanîn ku dê têkildarî pêşhilbijartin û stratejiya “Lihevkirina Bajar” nîqaş bên meşandin.