HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê ji bo namzetiya Serokomariya  Selahattîn Demîrtaş serî li YSK’ê dan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan daxuyanî da û got: “Birêz Demîrtaş îro tekane namzetê ku soza azadî, demokrasî û aştiyê dide civakên Tirkiyeyê ye. Divê di şert û mercên wekhev de vê pêvajoyê temam bike.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên pêre, ji bo namzetiya Serokomariya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dan û dûre daxuyanî dan.  Buldan, diyar kir ku wan ji bo serlêdana serokomariya Demîrtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da û  wiha got: “Ev serlêdana hemû kesan e, serlêdana kesên wekheviya demokrasiyê û azadiyê dixwazin in. Piştî ku namzetiya Demîrtaş teqez bû, divê Demîrtaş serbest were berdan. Namzetên din çawa di şertên wekhev de têdikoşin, divê Demîrtaş jî wekî wan xwediyê heman şertan û mercan be. Di heman demê de tê xwestin ku HDP di binê bendê de bimîne, lê em bawer in ku em ê bendê hilweşîn in. Berî her tiştî em baweriyê bi gelan tîn in.”