Bayindir: Em ê serî netewînin û di hilbijartinan de bi ser kevin

img
ŞIRNEX - Hevseroka Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 1'emîn Kongreya Awarte ya Şirnexê de axivî û wiha got: “Li hemberî tu zextan me serî netewand û natewînin. Di hilbijartinan de em ê bi ser kevin. Dê Şirnexê qezenc bikin û li Stenbolê jî bi îktîdarê bidin windakirin.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, li Eywana Konferansan a Hotêla Bajarê Nû, bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” 1’emîn Kongreya Awarte lidar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Ayşegûl Dogan, Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez jî tev li kongreyê bûn. Rêxistinên DBP'ê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Şaxên KESK'ê yên Şirnexê, Şaxa DÎSK'ê û bi sedan kes tev li bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
‘DIVÊ EM JI SERKEFTINÊ BIBAWER BIN’ 
 
Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di kongreyê de axivî. Dogan, bal kişand ser hilbjartinên xwecihî û wiha axivî:”Ev kongre ne tenê kongreya partiyekê ye. Divê ku em wisa nêz nebin. Em niha li ber hilbijartinên herêmî vê diçin. Ji aliyekî êriş hene û ji aliyê din jî îxtîmala mezinkirina destkeftiyan hene. Ev îxtîmaleke gelek mezin e. Heke em ji vê îxtîmalê bawer bin û bi cesaret xwedî lê derkevin, dengê kesên aştîxwaz bilind bikin, nehêlin ku dengê civakê bê binpêkirin, em ê bi serkevin. Ji ber wê divê ku em hemû xebatên xwe di vê çarçoveyê de seferber bikin. Dema Erdogan Stenbol windakirî gotibû; ‘Me Stenbol winda kir lê me Şirnex qezenc kir.’ Divê ev gotin neyê jibîrkirin. Ev kongre dê bibe wesîleya serkeftina 31’ê adarê.” 
 
‘EM Ê BOTANÊ BIKIN QADA AZADIYÊ’
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, bal kişand ser polîtîkayên li ser Botanê tên meşandin û wiha got: “Wexta dibêjin Botanê ku dere, em dibêjin Botan Kurdistan e. Wexta pirsa ‘Botan çi gel e’ dikin, em dibêjin gelekî berxwedêr e. Tofana Hz.Nuh li Botanê bi dawî bû. Lê dewleta faşîst û desthilatdariya AKP û MHP’ê bi kiryarên xwe û bi rê û rêbazên xwe yên zilm û zordariyê li ser gelê Botanê dixwazê wê tofanê berdewam bike. Lê gelê Botanê ev tofane qebûl nekiriye û wê gelê Botanê û Kurdistan ne cihê tofanê be, dê cihê azadiyê be, cihê serkeftinê be. Em ji dayik û gelê xwe yê welatparêz bi bawer in. Em bi têkoşina xwe bi bawer in. Em ê zilm û zordariyê li ser vê axa pîroz xelas bikin. Em bi hêz in û bi hêvî ne. Em ê vê siyaseta desthilatdariyê ya qirêj li ser vê axê xelas bikin. Em ê Botanê bikin qada welatperweriyê, cihê serfiraziyê.” 
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Bi domdarî Bayindir bi lêv kir ku gelê kurd li dijî politikayên taybet dê tu caran serî netewîne û ev tişt anî ziman: “Hûn jî dibînin ku serokkomar û şirîkê wî yê qirêj her tim li ser kuştinê, li ser neyartî û dijminatiyê destê gelê kurd yê azadiyê û aşitiyê her tim hewa ve hiştine. Dinya hemû dizane ku gelê kurd tenê ji bo mafê xwe yê rewa ku weke şîrê dayika me li me helale, tedikoşin. Ji ber wê em gav paşve naavêjin. Ji ber vê yekê em serî natewînin.” 
 
 ‘LI KU KU DERÊ KURDEK HEBE BOMBEBARAN DIKIN’
 
Di berdewamê de Bayindir bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha pê de çû: “Her tim êrişî gelê kurd dikin û qetil dkin. Dibêjin pirsgirêka kurd çi ye? Pirsgirêka kurd, pirsgireka Robosê ye, qetilkirina şehîdê nemir Ahmed Gun e. Heta ku ev komkujî bi dawî nebe ev pirsgirêk dê çareser nebe. Em ê li hemberî van komkujiyan û polîtîkayên qirêj serê xwe netewînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Li Rojava dewleta tirk nexweşxane, mizgeft û qadên jiyanê çi jin çi zarok cihê ku mirov tê de hebin, cihê ku kurd tê de hebin bi dijminane bombebaran dike. Komkujiyê dike. Dixwaze ku qadên Kurdistanê bike cihê xwînê. Lê em gelê kurd li hemberî vê dijminatiya we dê her tim destê xwe yê aştiyê dirêj bikin. Heke ku di dîrokê de kesek weke kujer bê nivîsandin, ew jî Erdogan û Devlet Bahçelî ne.”
 
‘BINGEHA SERKEFTINÊ YEKITIYA ME YE’ 
 
Bayindir, di berdewamê de got ku serkeftin bi yekitiya gelê kurd pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nexweşxaneyan de zimanê inglîzî heye, farisî heye, almanî heye, erebî heye lê kurdî nîne. Heke ku tu kurdî qebûl nekî, wê demê tu kurdan jî qebûl nakî û em jî te qebûl nakin. Dixwaze ku ji bêtifaqiya me, ji êrişên xwe sûd bigire. Em li dilê Kurdistanê, li Botanê bang li hemû hêz û dînamîkên gelê kurd dikin û dibêjin ku îro roja yêkitiyê ye, roja tifaqê ye. Heke ku em li dijî vê dijminatiyê bibin yek, ew ê bi me nikarin. Bi tifaqiyê em ê biser bikevin. Bi tifaqiyê em ê êşên xwe bidawî bikin. Yekitî, tifaqî û welatparêzî ji me re pêwîst e. Ev berpirsyariye dikeve ser milê hemûyan. Heke ku serkeftinek çêbibe ev tenê dê bi tifaqiya me pêkane be. Bingehê serkeftinê tifaqiya me ye.”
 
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA 
 
Di berdewamê de Bayindir bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev nirxandin kir: “Tecrîda li Îmraliyê bi xwe re kuştinê tîne. Li Îmraliyê li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Sekna birêz Ocalan ji dîrokê heta niha diyar e. Di her axiftina xwe de digot,’Heke ev dewlet derfet bide min ez ê pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim.’ Lê desthilatdariya AKP û MHP’ê bi dijminahiyeke kûr tecrîdeke giran dan destpêkirin. Dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn veguherînin qada xwînê. Heke ku wijdan hebe û em kesekî ji van kuştinan berpirayar bibinînin, bila her kes li Erdogan û Bahçelî binêre. Ji ber wê em dibêjin demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bidawî bikin, bila meseleya kurd çareser bibe û Kurdistan bibe cihê azadiyê.”
 
Bayindir, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û wiha got: “Bila tu kes li Enqereyê, li Stenbolê gefan li siyaseta me neke. Em serbilind û serfiraz in. Em yek gav paşve naavêjin. Em dizanin ku em ji bo kê têdikoşin. Em ji xwe bawer in, em ji têkoşîna xwe ya sedsala bawer in. Di pêşiya me de hilbijartin heye. Em ê bi ruhê şoreşgerî û seferberî bixebitin. Ev mesele tenê meseleya partiyekê, hevserokekî/ê, rêveberekî/ê nîne. Ev meseleye, meseleya xîretê ye. Em li vir dibêjin, em ê Şirnexê qezenc bikin û hûn ê Stenbolê winda bikin.” 
 
HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN
 
Piştî axaftinan, rêveberiya nû ya DEM Partiyê ya Şirnexê hate hilbijartin. Nûrcan Alturk û Abdullah Gungen weke hevserokên nû hatin hilbijartin.