Demirtaş ewil ji bo namzetiya xwe daxuyanî da MA'yê: Eger di hucreyê de mîtîngê bikim herî zêde dê kesek tev lê bibe

img

ENQERE– Namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi awayekî fermî piştî daxuyandina namzetiya serokomariyê ewilî daxuyanî da ajansa me. Demirtaş ji bo namzetiya xwe got: "Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê  ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim." 

 
Piştî Partya Demokratîk a Gelan (HDP) bi awayekî fermî Selahattin Demirtaş wekî namzetm xwe nîşan da, cara ewil der barê namzetiya xwe de daxuyanî da Ajansa Mezopotamyayê (MA).Demirtaş pirsên me yên me bi riya parêzeran şand girtîgehê bersivandin û her wiha 3 wêneyên xwe ku dê di MA'yê de bên weşandin jî şandin. 
 
Di nav namzetan de yê herî dezavantaj tu yî. Tu vê yekê çawa dinirxînî? Tu dikarî şert û mercên xwe veguherînî avantajê? 
 
Dema ez li derve bûm jî, li hemberî îktîdarê em ne xwedî avantaj û awanteyê bûn. Tevî ku AKP derfetên dewletê bi awayekî bêsînor û guhnedêr bi kar anîn jî, di her hilbijartinê de em bi ser ketin. Tekane raza vê yekê jî hêza xwemal a gel e. Em ê di vê hilbijartinê de jî bi hêza xwe ya xwemal bixebitin, em ê bi serkeftinî derbas bikin û qethiyen em ê biqezenc bin. 
 
Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê belê ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez û hevalê xwe yê hucreyê Abdullah Zeydan, em ê bi şev û biroj serê xwe biêşînin hewl bidin ji derve re bibin destek. Lê belê wekî her carî, ev hilbijartin jî emanetî ciwan û jina ye. Bi qasî misqalê şik û gumanê min ji wan tune ye û dê tiştên xwe biafirînin.
 
Ev tişt cara ewil çêdibe. Tu di girtîgehê de bûyî namzetê serkomariyê. Tu yê di girtîgehê de kampanyaya xwe çawa bi rê ve bibî? 
 
Navenda kampanyayê û berpirsiyarê wê Navenda Giştî ya HDP'ê ye. Ez ê li gorî derfetên xwe alîkariya planên wan bikim. Xwegihandina derve ya bi peyam û nameyên min jî di nav de, ez ê derfeta herî biçûk jî bi kar bînim. Lê wekî min got, derfet sînordar in. Eger di hucereyê de mîtîngê li dar bixim herî zêde dê kesek tev li mîtîngê bibe. 
 
Tu tim dibêjî girtina we operasyoneke siyasî ye û îktîdar siyaseta te û ya hevalên te asteng dike. Lê tu yê niha di girtîgehê de siyasetê bikî û kampanyayê bi rê ve bibî. Gelo tu li bendê yî ku îktîdar dê ji bo astengkirina kampanyaya te hin tiştan bike? 
 
Dê hewl bidin. Lê em ê hem hundur hem jî li derve li ber xwe bidin û em ê hemû bendan derbas bikin. Rewşa Awarte (OHAL) bi tena serê xwe astengiyek e. Yanî derve jî ne nêvengeke azad e. Lê dîsa jî eger tevî hemû qedexe û astengiyan eger helwestek bê nîşandan, dê hemû bên derbaskirin. 
 
Der barê tûra yekemîn a hilbijartinê de pêşbîniyên te çi ne? Tu difikirî ku tu yê bimînî tûra duyemîn? 
 
Di tûra duyemîn de em ê hebin. Ji dil û can bawer dikim. Min di peyama ku ji bo Şeva Damzerandina 5'an a HDP'ê şand de gotibû "Dibe ku HDP bibe îktîdar." Lê belê kesên ku vê yekî wekî tiştekî utopîk dîtin, îro dibînin ka ev dibêtî çi qas hêzdar e û bawer im baştir dibînin. Em ê di hlbijartinê de bi ser bikevin. Divê herkes hesab û planên xwe li gorî vê yekê bike û bi coşa xwe tev li xebatan bibe." 
 
MA / Hayri Demir