EMEP: Em dikarin bi cihêrengiyê polîtîkayên tekparêz têk bibin

img

DÎLOK - Alîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand û got: “Hêzên demokratîk divê performansek bilind nîşan bidin. Em dikarin bi cihêrengî û piranîparêziyê polîtîkayên tekparêz ên Erdogan têk bibin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Mehmet Turkmen ê li dijî êrîşên li ser Efrînê banga aştiyê kir û di doza lê hat vekirin de cezayê hepsa malê ji bo wî hat dayîn, hilbijartina zordest a îtîfaqa AKP û MHP’ê nirxand. Turkmen, diyar kir ku di pêvajoyek ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve divê hêzên demokratîk performansek bilind nîşan bidin.” 
 
‘PÊVAJOYÊ DESTHILATDARIYÊ BER BI HILBIJARTINA ZORDEST VE DEHF DA’
 
Turkmen, anî ziman ku biryara hilbijartina  zordest weke ku desthilatdar dibêje ne bi MHP’ê ve girêdayî ye û wiha axivî: “Pêvajoya heyî, desthilatdariyê ber bi hilbijartina zordest ve dehf da. Biryara hilbijartina zordest wisan di du rojan de nehat girtin. Di demek dirêj de hat girtin. Rayedarên desthilatdariyê berî biryara hilbijartina zordest, digotin ‘Di rojeva me de hilbijartina pêşwext tune ye.’”
 
‘HÎLEYÊN DU, ÎRO BI QANÛNÊ KIRIN’
 
Turkmen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Erdogan baş dizane hemû hêzên li dijî yek zilamî, yek partiyî û OHAL’ê dê di hilbijartinê de desthilatdariyê têk bibe. Ji ber vê yekê hemû hîleyên du îro bi qanînî kirin. Hemû rê û rêbazên lîstîkê li gorî berjewendiyên xwe guhertin. Hemû derfetên îtîfaqê  jî tenê li gorî pêdiviyên xwe dererast kirin. Divê li dijî van hemû yanm em têkoşînek xurt nîşan bidin.”
 
'DIVÊ XEBATEK HEMÛ BEŞAN DIXWE NAVA XWE, BÊ BIRÊVE BIRIN'
 
Turkmen, da zanîn ku divê xebateke ku hemû beşan bixwe nava xwe bê birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi desthilatdariyeke tenê berjewendiyên xwe difikire re rû bi rû ne. Em li dijî desthilatdariyek wiha têdikoşin. Ev desthilatdar hilbijartina ku winda bike, ji bo ji nû ve qezenc bike dê şer derbixe. Li hemberî me desthilatdariya piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê dawî li aştî, muzakere û pêvajoya bêşer anî heye. Em hemû beşên civakê dikarin bi hatin gel hev, vê desthilatdariyê têk bibin. Bi vê yekê em dikarin bi cihêrengî û piranîparêziyê polîtîkayên tekparêz ên Erdogan têk bibin.”