Serokê PAK’ê: Divê kurd di sindoqan de bersiva înkarê bidin

img
ENQERE – Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk bal kişand ser girîngiya tifaqa kurdan a hilbijartinê û got: “Pêwîste kurd, di sindoqan de bersiv bidin ên ku hebûna kurdan qebûl nakin.” 
 
Di navbera partiyên kurd de ku di serdemek yekîtiya netewî ya kurd nîqaş dikin de, ji bo hilbijartinê helwestek hevpar deynin holê li hev kirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Mustafa Ozçelîk têkildarî mijarê Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘DIVÊ EM WEK GELÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ TIFAQA AKP Û MHP’Ê BISEKININ’ 
 
Ozçelîk destnîşan kir ku bi tifaqa AKP û MHP’ê re dijminahiyek aşkere li dijî kurdan derketiye pêş û got: “Carek din bi destpêkirina şer re û piştî geşedanên hewla darbeyê re AKP û dewleta tirk li dijî kurdan dijminahiya xwe danîn pêş. AKP siyasetek li dijî kurdan ji xwe re esas digire. Gotin di cih de be dibêjin ‘Bila kurd dayika xwe nebinin.’ AKP û MHP’ê ji bo hilbijartinê tifaqek ava kirin, lê bes ji xwe ev demek e ev tifaq di rojeva wan de ye. Ji bo ku kurd li tu deverê nebin xwedî maf û destkeftî vê tifaqê ava kirin e. Ev tifaq li dijî kurdan serî li her rêbazên dijminahiyê dide. Dixwazin bi vê tifaqê di hilbijartinê de bi ser bikevin û siyaseta heta roja îro didomînin bi rewşek din organîze bikin. Elbet divê em wek kurd û Kurdistanê li dijî vê tifaqê bisekinin. Divê em gelê xwe jî arasteyî CHP û Partiya Îyî yên niyeta wan ne paqij jî nekin. Divê em wek bloka kurd a hilbijartinê bibin alî.” 
 
‘DIVÊ EM DENG NEDIN ÊN KU HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKIN’ 
 
Ozçelîk da zanîn ku êdî tehamula li dijî kurd, bajarê kurdan û Kurdistanê derketiye asta herî jor û wiha domand: “Serokomar Erdogan di 2013’an de li Parlamentoyê di axaftina xwe ya koma xwe de behsa ‘Kurdistanê’ kiribû. Me wek PAK’ê di sala 2014’an bi navê Kurdistan bi awayek zagonî ava kir. 95 sal e komara Tirkiyeyê navê kurd, Kurdistan û zimanê kurdî qedexe kiriye. Ev qedexe didome. Ji ber k udi Parlamentoyê de birêz Osman Baydemîr behsa navê Kurdistanê kir, ceza lê birîn. Qeyûmê Şaredariya Amedê hemû navên kurdî û tabelayan rakir. Ev bê tehamuliya li dijî kurdan ziviriye serdanên ewil ên avakirina komara Tirkiyeyê. Em wek gelê kurd divê xwedî li ziman û navê xwe derkevin û bi israr bin û xwedî li mafê xwe derkevin. Her wiha bi vê re girêdayî jî divê em di hilbijartinê de deng nedin ên tehamula zimanê kurdî, hebûna kurdan û welatê wan nakin. Pêwîste ku di sindoqan de bersiva yên hebûna kurdan qebûl nakin bê dayîn.” 
 
‘BÊTIFAQIYA ME SERKEFTINA ME ASTENG DIKE’ 
 
Ozçelîk dema mijar dibe kurd hemû welatên cînar û partiyên li Tirkiyeyê li dijî kurdan dibin yek û got: “Bêtifaqiya navbera kurdan destûrê nade ku em serkeftinê bi dest bixin.” Ozçelîk anî ziman ku divê hişmendiya netewî ango milet bi kurdan re çêbibe û ev tişt got: “Hişmendiya miletbûnê girîng e. Wa Efrîn û Kerkûk li ber çavê me ye. Ji bo em van travmayan ji ser xwe biavêjin divê em hişmendiya xwe ya netewî û parastina miletê xwe bifikirin.” 
 
‘EM JI BO TIFAQÊ AMADE NE’ 
 
Ozçelîk diyar kir ku wan bloka hilbijartinê ya kurd ji raya giştî re aşkere kirine û got: “Em tifaqek hilbijartinê ya kurd û Kurdistanî pêşniyar dikin. Di vê çarçoveyê de PAK, PSK, PDK Bakur, PDKT, HAKPAR û Herekata Azadî ev du meh in hevdîtinên me dewam dikin. Di hin mijaran de nêrînên me cuda hene. Me herî dawî di 30’ê Nîsanê de civîna xwe li dar xist. Em wek PAK aşkere dibêjin partiyek daxwazên me ya netewa demokratîk ên asgarî qebûl bike, em amade ne pê re tifaqê bikin. Em amade ne yên van daxwazên me qebûl bikin û ji OHAL û şer re bêjin ‘na’ û girseya parêzvana edaletê, demokratîk û azadîxwaziyê biparêze tifaqê bikin.” 
 
MA / Selamî Aslan