Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir

img
ENQERE - Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji ber kurtenavê HEDEP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan dişibe HADEP’a di sala 2003’yan de hatiye girtin, xwest HEDEP kurtenavê xwe biguherîne.  
 
Partiya Çepên Kesk di 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte ya 15’ê cotmeha 2023’yan de hate lidarxistin navê xwe guhert û kir Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan. Kurtenavê partiyê jî bû HEDEP. 
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku guhertin jê re hate ragihandin, bi hinceta ku kurtenavê HEDEP’ê dişibe Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a beriya niha hatiye girtin, navê wê qebûl nekir û îdia kir ku ev şibandin li dijî Qanûna Partiyên Siyasiyê ye. Dadgeha Bilind di nivîsa ku ji HEDEP’ê re şandî de xwest ku kurtenavê HEDEP’ê were guhertin. 
 
Rêveberiya HEDEP’ê piştî nivîsê guhertina kurtenavî û îtîraza li Dadgeha Bilind nîqaş kir. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin HEDEP dê biryara xwe piştî civîna bi hiqûqnasan re bide. Ji bilî vê yekê Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan dê têkildarî mijarê sibê daxuyaniyê bide.  
 
Dadgeha Bilind di biryara xwe de îşaret bi HADEP’a di sala 1994’an de hate avakirin û di sala 2003’yan de hate girtin kir û wiha got: “Tevî ku navê wê weke Partiya Demokrasî ya Gel nîne jî dişibe wê û dibe ku navê her du partiyan were tevlihevkirin. Ji ber vê yekê divê li gorî xala 1’emîn a rêziknameyê kurtenavê partiyê li gorî qanûnê jinûve bê sererastkirin û dijqanûniya wê ji holê bê rakirin.”
 
Partiya Demokrasî a Gelan di 13’ê adara 2003’yan bi hinceta “navenda xebatên der qanûnî ye” ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatibû girtin û Serokê Giştî Mûrat Bozlak jî di nav de ji bo 46 HADEP’iyan 5 sal biryara “qedexeya siyasetê” hatibû dayîn. 
 
MA / Mehmet Aslan