Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn

img
ÎZMÎR – Parlamenterên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Ziya Pir, li Îzmirê tev li xebatên 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê û Hilbijartina Zordest ya di  24'ê Hezîranê de pêk bê bûn. 
 
Parlamenterên HDP’ê Ertuğrul Kurkçu û Ziya Pir li Îzmirê tev li xebatên 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê û Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê bûn. Di xebatên hilbijartinê de Parlamenterê HDP’ê Ziya Pir û heyeta pêre, Li Cihê Bazarê ya Eşrefpaşa esnaf û welatî ziyaret kir û diyar kir ku ew dê bi hevre hişmendiya faşîst û yek zilamî di 24'ê Hezîranê de paqij bikin. Pîr ku li Taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê rastî eleqeyek mezin hat, diyar kir ku ew dê li gorî daxwaza gel namzetê xwe yê serokomariyê diyar bikin. 
 
KURKÇU KOMELEYA VARTO ZIYARET KIR
 
Parlamenterê HDP'ê ye Îzmirê Ertugrul Kurkçu jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Safran Kafe ya Bornova welatî ziyaret kir û piştre tev li Kongreya HDP'ê ya  Gaziemirê bû. Kurkçu piştî kongreyê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Varto (VARTO-DER) ziyaret kir. Kurkçu ji vir jî derbasî Çîglî bû û belavokên 1'ê Gulanê belav kir û hemû kes ji bo 1'ê Gulanê dawetî qada Gundogdu kir.