Tirkiye kîjan deriyî digire?

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Herêma Federal a Kurdistanê biryara referandumê da, Tirkiyeyê got ku "Em ê deriyan bigirin", lê Tirkiye bi hezar û 500 fîrmayên xwe yên li başûrê Kurdistanê re xwedî rêjeya sedî 50 ya bazarê ye. Para herî mezin a îxracatê jî ji bajarên bi nijadperestiyê pesnên xwe didin re diçe.
 
 
Piştî Herêma Federal a Kurdistanê biryara referanduma xwerxwebûnê da, Tirkiyeyê gefên wekî "Em ê deriyan li wan bigirin" û "Pêkanînên aboriyê bidin ser wan" li hukumeta Başûr xwar. Tirkiyeya ku van gefan dixwe, li başûrê Kurdistanê hezar û 500 fîrmayên wê hene û sedî 50 aboriya li herêmê di destê xwe de digire.
 
Li gorî daneyên Meclisa Îxracatên Tirkiyeyê (TÎM) ku di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Tebaxa 2017'an de qeyd kiriye, ji 95 milyar 424 milyon û 754 hezar û 850 dolar îxracat kiriye, ji vî 5 milyon 566 milyar û 134 hezar û 910 dolar li Iraqê, yanî li herêma Federal a Kurdistanê kiriye. Îxracata li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, para herî zêde ji bo bajarên ku bi nijadperestiyê balê dikişînin re hatiye veqetandin, xebatên aborî yên bajarên kurdan her ku diçe kêm dibe. 
 
BEŞA HERÎ ZÊDE JI BI AFYONÊ YE!
 
Beşa herî zêde ya îxracata li Herêma Federal a Kurdistanê, pêşengiya wê bajarên wekî Afyon, Trabzon, Rîze û Sakarya dike. Ev bajar di sorkirina nijadperestiyê de serkêşiyê dikin. 
 
Sala çûyî Sakaryayê di navbera 1'ê Çileyê û 31'ê Tebaxê de milyonek û 50 hezar 80 dolar îxracat kiriye, sedî 73 zêdebûnê re îsal milyonek 824 hezar û 940 dolarî berhem firotiye.
 
Di heman demê de Çanakkaleyê bi sedî 115 zêde re 210 hezar 110 dolar îxracat kiriye.
 
Ji sedî 702 hezar û 505 dolar îxracata hatiye kirin, sedî 383'yê wê Çankiriyê zêde kiriye û bi 3 milyon û 395 hezar û 140 dolar firotin pêk aniye. 
 
Duzceyê bi 478 hezar û 20 dolarî rekora îxraxatê şikand û di serdema îsal îsal de bi 4 milyon û 431 hezar û 620 dolarî rêjeya xwe ya firotinê zêde kir. 
 
Kayseriyê ji 127 milyon û 270 hezar û 920 dolarî îxracata xwe zêde kir, derxist 148 milyon û 862 hezar û 350 dolarî.
 
Bajarê Konyanê bi AKP'ê re stêrka wê biriqî bû, îxracata xwe ya 114 milyon û 647 hezar 490 dorlarî, îsal sedî 26 zêde kir û derxist 144 milyon û 882 hezar û 260 dolarî.
 
Rîzeyê bi sedî 82 zêdekirinê re ket tevgerê, bi 55 hezar û 360 dolarî îxracata xwe derxist 100 hezar 620 dolarî.
 
Bajarê Trabzonê yê ku bi dijberiya xwe ya kurdan tê zanîn, bi sedî 60 zêdekirina îxracatê xwe ya 6 milyon û 628 hezar û 160 dolarî re, rêjeya xwe derxist 10 milyon û 617 hezar û 880 dolarî. 
 
Bajarê Afyonê yê bi toyê xwe tê naskirin, bi zêdekirina rêjeya xwe ya ji sedî 38'an re, 37 milyon û 434 hezar û 670 dolarî berhem firot û rêjeya firotinê derxist 51 milyon û 447 hezar û 220 dolarî.
 
TÊKILIYA KURDAN BI KURDISTANÊ RE TÊ QUTKIRIN
 
Her roja ku diçe têkiliya bazirganiyê ya bajarên nijadperest ên tirk-îslamî bi Herêma Federal a Kurdistanê re zêde, lê îxracata bajarên kurdan a bi Herêma Federal a Kurdistanê re kêm dibe. Li gorî dîrokên 1'ê Çile û 31'ê Tebaxa sala çûyî, daneyên îxracatê wiha ne: 
 
Sala çûyî bajarê Semsûrê 21 milyon û 794 hezar û 810 dolarî îxacat kiribû, îsal sedî 57 ket û heta 9 milyon û 357 hezar û 140 dolarî paşve çû.
 
Xarpêt bi sedî 13'yî ketinê re, 10 milyon û 580 hezar û 310 dolarî îxracatê re, daket 9 milyon û 301 û 490 dolarî.
 
Sala çûyî bajarê Erziromê 3 milyon û 587 hezar û 480 dolarî îxracat kiribû, îsal di heman serdemê de 2 milyon û 999 hezar û 870 dolarî ket. 
 
Bajarê Sêrtê 860 hezar û 490'î berhem firot û sedî 85 daketinê re, 130 hezar û 640 dolarî paşve çû.
 
Rihayê bi 52 milyon û 783 hezar û 230 dolarî berhem firotinê re, îsal di 40 milyon û 893 hezar û 130 dolarî de ma.
 
Bajarê Wanê milyonek û 771 hezar û 50 dolarî îxracat kir û sedî 50 daketinê re di rêjeya 909 hezar û 130 dolarî de ma.
 
Wekî rêjeya sedî, ketina herî mezin di Dersimê de qewimî. Dersimê sala çûyî 34 hezar û 480 dolarî îxracat kir, sedî 100 ketinê re sifir îxracat kir. 
 
Dîlok îsal piçekî lipitî û nêzî sedî 2 zêde kir, bi milyarek û 59 milyon û 212 hezarî re, derxist milyarek û 77 milyon û 487 hezar û 90 dolarî. 
 
Bajarê Amedê ku rêveçûna statîkî dişopîne jî, 56 milyon û 222 hezar û 380 dolarî îxracat kir û sedî 8 zêde kir û derket 61 milyon û 36 hezar û 920 dolarî.
 
JI PARASTINÊ VEGERIYA MUCEVHERÊ
 
Di sektora îxracatê ya Kurdistana Federal a Iraqê de, yên herî zêde derdikevin pêş jî berhemên din ên sanayiyê, findiq û yên girêdayên wê, xalîçe, çil û berg û konfeksiyon, hububat, bakliyat, tovên bi rûnî û yên girêdayên wan, mobîlya, kaxiz û berhemên daristanî, mucevher, otomotîv û endustirî, parastin û sanayiya hewayî û berhemên avî û qûtên sewalan di serî de tên.
 
MALIYETA SANAYIYÊ DIBE AN NABE?
 
Li gorî daneyên îxracatê, heke Tirkiye wekî ku gotî "Em ê derî bigirin", bi derî girtinê re dê herî zêde bajarên wan ên nijadperestiya kurdan dikin, zerarê ji vê yekê bibînin. Hêj nîqasên dê Tirkiye van pêkanînên xwe têxe dewrê an nexwe dewrê dewam dikin, lê daneyên TÎM'ê "nijadperestî/nijadiya sermayeyê" radixe ber çavan.
 
MA / Sedat Yilmaz