Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin

NEVŞEHÎR - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranîna Haci Bektaşî Velî de axivî û wiha got: “Îktîdar li ber digerin ku elewiyên xwe ava bikin. Li dijî vê yekê em ê li gel elewiyan bi hev re têbikoşin.” 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenter Celal Firat û Çîçek Otlu û endamên Maseya Elewiyan a Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul, Nesîmî Aday û Alî Kenanoglû, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê û endamên Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) tev li merasîma bîranînê ya li navçeya Hacibektaş a Nevşehîrê tê lidarxistin bûn. Uçar, piştî serdana Dergeha Haci Bektaş Velî li pêşiya dergehê daxuyanî da. 
 
 ‘LI GORÎ ME PIRSGIRÊK DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN’ 
 
Uçar, diyar kir ku ew li ser xaka Haci Bektaş Velî û Kadincik Ana’yê ne ku li ser vê xakê felsefeya hemû gel û bawerî dikarin bi hev re bijîn û wiha domand: “Hêvîdarim luqmeya hemû kesên bi van hestan hatine vê derê û luqme û niyaza xwe daye di qata heq de bê qebûlkirin. Weke Partiya Çepên Kesk em ne bi nasnameya xwe ya siyasî lê ji ber ku em li gel berxwedana elewiyan a sed sale didome hatine vê derê. Em di wê baweriyê de ne ku bawerî û felsefeya Haci Bektaş Velî û Kadincik Ana afirandiye ji pirsgirêkên welêt re bibe rêber û weke kesên têkoşîna vê felsefeyê didin li vê derê ne.” 
 
‘MUDAXILEYÎ WÊNEYÊ VELÎ KIRIN’
 
Uçar, wiha domand: “Her sal li Haci Bektaş Velî bîranînên cuda li dar dixin. Li rexekî elewiyên heq û heqîqetê bîranînê li dar dixin, li hêla din aqilê dewletê û îktîdar bi xwe yên ku li cem elewiyên heq û heqîqetê nasekinin bîranînê li dar dixin. Tişta ku em herî dawî bûn şahid ev e; di çalakiyên du roj berê de îktîdara AKP’ê mudaxileyî wêneyê Haci Bektaş Velî kir û rastiya di wêneyî wî de jî hate înkarkirin. Di serdanên cemxaneyan de AKP’ê wêneyê Hz. Alî û 12 meleyan rakir. Ji serdema osmaniyan heta niha hemû îktîdaran hewl dan elewiyên xwe ava bikin. Lê li hemberî vê hewlê jî berxwedaneke mezin a elewiyan heye. Îktîdara heyî hewl dide baweriya elewîtiyê û nirxên wê înkar bike. Vê îktîdarê, saziyên elewiyan ên roj bi roj zêde dibin û girêdayî xwe ava kir. Hewl dide li ser van elewiyan, elewiyên ku hemû nirxên dîrokî û civakî înkar dikin ava bike. Lê em li gel elewiyên li dijî vê têdikoşin in û dê têkoşîna me ya li gel wan bidome.” 
 
‘PÊDIVIYA ME BI HEQÎQET Û ZANYARIYA ELEWIYAN HEYE’
 
Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Gavek berê em çûn serdana turbeyê. Li gorî agahiyên me ji hevalan girtin; ev navenda bawerî û taetê ya ku felsefeya Elewî Bektaşî lê dihat meşandin, di sala 1800’an de dewrî terîqeta Nakşîbendiyan hate kirin. Anku em dikarin bibêjin sepana qeyûmtiyê ya ewil e. Di hundir de mizgeft heye û dergeha Haci Bektaş-i Velî heye ku îfadeya nirxên civakê ye. Mizgeft vekirî ye lê dergeh di statûya muzeyê de ye û ketin û derketina wê derê sînordar e. Em dixwazin ku dergehên elewiyan lê werin vegerandin. Em li gel têkoşîna elewiyan a ji bo cemxane bibin perestgeh in. Em vê têkoşînê mezin dikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna elewiyan a li dijî dersa olê ya bi darê zorê. Pêdiviya vî welatî bi heqîqet û zanîna elewiyan heye. Îktîdara ku nesîbê xwe ji felsefeya Haci Bektaşî Velî negirtiye, nikare wî bi bîr bîne.”
 
LUQME HATE BELAVKIRIN
 
Piştî daxuyaniyê, Uçar û şandeya pê re çûn serdana Şaredariya Hacibektaşê. Piştre jî li Cemxaneya Garîp Dede luqme hate belavkirin. Uçar, li vir jî axivî û got ku dê li gel elewiyan bi hev re têbikoşin.