Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng

img
DÊRSÎM - Siyasetmedarê Kurd Musa Kulu biryara hilbijartina zordest nirxand û got: “AKP-MHP hewl didin xwe xelas bikin, lê li dijî vê divê mûxalîf bibe yek deng.”
 
Yek ji damezrînerê HEP’ê siyasetmedarê Kurd Musa Kulu, biryara hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê ya îtîfaqa AKP-MHP’ê nirxand. Kulu, diyar kir ku AKP-MHP’ê li ser senteza Îslama Tirk îtîfaq avakirin û wiha axivî: “Hişmendiya gelan nas nake, netewperest û tekperest yekin. Ên li ser vê hişmendiyê dixwazin hebûna xwe ava bikin, dikarin hemû tiştî bikin. Ji ber vê divê biryara hilbijartina zordest jî me şaşwaz neke. Ji sala 1924’an û vir ve bi vê pergalê Tirkiye tê birêve birin.”
 
‘ÊDÎ NIKARIN BI RÊVE BIBIN’
 
Kulu, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê hemû mafên gelê kurd jê hatin dizîn û bêmafiyên gelek mezin li ser Kurdan çêbûn. Ji ber vê êdî nikarin welat birêve bibin. Du kesên faşîst, tekparêz û nijatperest tişta ku dixwazin ferzî gelan dikin û darê zorê bikar tînin. Biryara Hilbijartina zordest, biryareke dîktatoriye. Derdorên mûxalîf divê bi deklarasyonekê li dijî vê îtîfaqê bibin yek deng. Bila hemû kes baş zanibe îtîfaqa komarê dê tiştekê nede gelên Tirkiyeyê.”
 
HELWEST KURDAN GIRÎNG E
 
Kulu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Helwesta gel û siyaseta Kurd di hilbijartinek wiha de girînge. Gelê kurd di sala 2007’an de hêza hilbijartina vîna xwe qezenc kir. Ji wê rojê û vir ve qezencên bi dest xistin ji bo dewlet û hikûmetê bûn pirsgirêkên herî mezin. Ji ber vê hevşaredar, hevserokên partiyan û parlamenterên gelê kurd girtin. Hemû vîna gelê kurd avêtin girtîgehan û dûre dibêjin, bi me re bikevin pêşbirkê. Li tu devera cîhanê bê edaletî, bê exlaqî û bê wijdaniyek wiha tuneye. Berê nûnertiya gelê Kurd tunebû. Lê têkoşîna wê bi dawî bû. Tu carî nikarin vê têkoşînê ji nava mirovan derbixin. Gelê Kurd ê xwedî daxwazên azadî, edalet û maf, dê di hilbijartinên zordest jî jî têbikoşe û gavên mezintir bavêje. Gelê Kurd tu carî li hemberî tirsê serî netewand û dê di 24’ê Hezîranê de jî helwestek dîrokî nîşan bide. Emê vê rastiyê carek din di 24’ê Hezîranê de bibînin.”
 
MA / Semra Turan