Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in

img

STENBOL - Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Cengîz Topbaşli diyar kir ku civînên gel ên di çarçoveya pêvajoya avakirina serdema nû de pêk tên hêvî didin wan û destnîşan kir ku ew navenda siyaseta Rêya Sêyemîn in û ew ê bi civînên tematîk van xebatan bidomînin.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî civînên xwe yên li bajêr û navçeyan ji bo lingê duyemîn ê pêvajoya jinûve avakirinê niha jî civînên gel dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek navçeyên Stenbolê, li taxan, li malan û li komeleyên cur bi cur civînên gel tên lidarxistin. Bi van civînan tê armanckirin ku gel di her astên pêvajoya jinûveavakirinê de cih bigire. Rêveberên partiyan rexne û pêşniyazên gel dikin rapor û di heman demê de xwerexne jî dikin. 
 
Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Cengîz Topbaşlı xebata têkildarî pêvajoya jinûve avakirinê ya li Stenbolê nirand û diyar kir ku civînên gel hêvî didin wan, ew ê van xebatan bi civînên tematik berdewam bikin. 
 
 
Cengîz Topbaşlı
 
Topbaşli anî ziman ku wan pêvajoyeke hilbijartinê ya bi hêviyên mezin derbas kir û destnîşan kir ku hilbijartin di şert û mercên newekhev de û di nava hewayeke zextê ya li hemberî mûxalefeta civakî û siyasî de pêk hatiye. Topbaşli destnîşan kir ku civînên gel ji bo ji nû ve avakirinê girîng in û ji bo ku kêmasî careke din çênebin, ev pêvajo bi hêvî ye. Topbaşli wiha got: “Rêxistina me zindî ye. Neserketinek me heye, me gelek caran sedem bi gelê xwe û rêxistina xwe re parve kiriye. Lê belê em tu carî nikarin dev jê berdin. Ji ber ku em ne ji kevneşopiyek têkçûyî tên. Ji ber vê yekê, ew hilbijartinek e, negihîştina encamên ku me hêvî nedikir, neserketinek e, lê ne têkçûn e.”
 
TÊKOŞÎNEK XURTTIR 
 
Topbaşli da zanîn ku di qonaxa duyemîn a pêvajoya ji nû ve avabûnê de bi gel re nîqaşan dikin û got: "Em ê bi ruhek û heyamek nû û bi awayek bi hêz têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
CIVÎNÊN TEMATÎK 
 
Topbaşli diyar kir ku li gel civînên gel ew armanc dikin xwe bigihînin aliyên cuda û viya bi civînên tematik dê berdewam bikin û wiha got: “Di vê bingeh û çarçoveyê de em ê xwe bigihînin gelan, baweriyan, kedkaran, ciwanan û jinan. Yek ji lingê herî bi hêz û girîng ê têkoşîna me rêxistin û hêza jinan e. Meclisa me ya jinan wê bi plansaziyên xweser civînên jinan li dar bixe. Paşê jî em ê bi aliyên civakî re hevdîtinan bikin. Em ê bi hemû aliyan re biaxivin. Em ê ji her kesî rewşa partiya xwe û kêmasiyên xwe bipirsin. Em ê li pêşniyaz û rexneyên her aliyan guhdar bikin. Em ê rexne û pêşniyazên gelê xwe bi awayek cidî li ber çavan bigirin û pêvajoyê temam bikin.” 
 
HDP Û RÊYA SÊYEMÎN 
 
Topbaşli diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk partiyên ekolojîk ên li ser bingeha demokrasî û mafên mirovan in. Topbaşli anî ziman ku pêwîstiya siyaseta Tirkiyeyê bi HDP û Partiya Çepên Kesk heye û got ji ber vê yekê HDP di hedefa êrişan de ye. Topbaşli di dawiya axaftina xwe de wiha got: “HDP û Partiya Çepên Kesk weke sêyemîn partiya ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dike derdikeve pêş. Em bi paradîgmatîk navenda sereke ya siyaseta Rêya Sêyem in. Siyaseta Rêya Sêyem jî divê wiha were nirxandin: Navnîşanek e ku hemû hêzên muxalefetê yên li welêt xwe tê de bibînin, wan bikin pratîk û bi wê paradîgmayê vehewînin û zindî bikin. Ji ber vê yekê rola me ya herî girîng di siyaseta welat de ew e ku em bibin navnîşana bênavber a xeta ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan a ku rêya me ya sêyemîn e.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû