HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin

img

ENQERE - Lijneyên Rêveberiya Navendî yên HDP û Partiya Çepên Kesk sibe dicivin. 

Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çepên Kesk dê sibe civîna hevpar a Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li dar bixin. Civîn dê li Navenda Giştî ya HDP’ê saet di 11.00’an de bê lidarxistin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin û Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê civînê birêve bibin. 
 
Di civînê de dê encamên hevdîtinên di navbera 17-25’ê hezîranê de bi rêxistinên bajar û navçeyan re hatine kirin bên nirxandin û plansaziya civînên dê di demên pêş de li bajar, navçe, tax û gundan bi gel re bên lidarxistin bê kirin. Her wiha ji bo ku ev civîn li hemû bajaran belav bibin jî dê rê û rêbaz bên nîqaşkirin. 
 
XETA SERDEMA NÛ
 
Yek ji mijarên girîng ên civînê jî xebata hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk û mijara bê ka dê bi kîjan partiyê rê were domandin e. Di heman demê de dê li ser mijarên weke civîn, siyaseta tifaqan û diyarkirina namzetan a bi pêşhilbijartinan, rê û rêbazên serdema nû bên nîqaşkirin.